Serokê DYE’yê Donald Trump roja Duşemê li Nebraskayê di mîtînga hilbijartinê de li ser şerê li hemberî Îranê axivî û anî ziman ku du bajarên mezin ên Kaliforiyayê Los Angeles û San Diego dikare ji aliyê Îranê ve hedef bêne girtin.
Trump li ber çepikê girseya gel got, “Dikarin bajarekî tine bikin. Bihêlin bila Los Angelesê tine bikin. Bihêlin bila San Diegoyê tine bikin.” Trump îdîa kir ku ev yek “dikare bibe berdêleke gelekî biçûk” ji bo bidawîkirina şer û anî ziman ku şer wê di demeke nêz de bi dawî bibe.
Trump piştre got, şerê Îranê dikare hinekî din jî dewam bike û diyar kir ku Îranî di mijara xweragirtina li êşê de xwedî toleranseke bilind e. Lê îdîa kir ku şer wê bi rê û rêbazekê di demeke nêz de bi dawî bibe.
NEWSOM: EV NE NORMAL E
Waliyê Kaliforniyayê Gavin Newsom nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniyên Trump da.
Newsom li ser medya dîjîtal daxuyanî da û got, “Eşkere ye ku Serok êrişek li dijî zêdeyî 10 milyon Emerîkiyan ên li du bajarên mezin ên DYE’yê diparêze” û anî ziman ku ev yek normal nîne.
Şaredara Los Angelesê Karen Bass jî gotinên Trump “xetere” pênase kir. Şaredarê San Diego Todd Gloria jî nerazîbûn nîşanî gotinên Trump da.
HILBIJARTINÊN NAVBERÊ
Gotinên Trump beriya hilbijartinên navberê yên Kongreyê yên 3’ê Mijdarê hat. Serok li gel namzetên Komarger li seranserê welêt mîtîngên hilbijartinê lidar dixe.

