Hewldana êrişê ku tê gotin, ji aliyê kesekî ku di dema qeyûm de tevlî şaredariyê hate bicihkirin pêk hat, bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.
Hevşaredar, parlamenter û nûnerên partiyên siyasî beşdarî daxuyaniya li ber avahiya şaredariyê bûn.
Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Sevîlay Çelenk daxuyanî da û got, di vê demê de ku hewldanên ji bo aştiyê dewam dikin ew ê çavê xwe li êrişên bi vî rengî negirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay jî işaret bi îradeya gel a li hemberî êrişan kir û got, “Ji hêza gel mezintir hêzeke din nîne. Çawa ku em li hemberî vê zordariya têkoşiyan, ji niha û pê ve jî em ê têbikoşin.”
Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.

