Dadgeha Bilind a Spanyayê, biryara girtina Carles Puigdemont rakir. Ev biryar ji bo endamên berê yên hikûmeta Katalonyayê Antoni Comín û Lluís Puig jî derbasdar e.
Dadgehê, ragihand ku biryarên li dijî van sê kesan heta biryara nû ya dadgehê rawestiyane.
Puigdemont piştî hewldana serxwebûna Katalonyayê di sala 2017’an de çû Belçîkayê û nêzîkî 9 sal in venegeriya Spanyayê.
Bi biryara dawî ya dadgehê re, astengiya qanûnî ya li pêşiya vegera Puigdemont û her du berpirsên berê ji holê hat rakirin.

