Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Koordînasyona RAJIN’ê ji pêşengên rojnamevaniya Kurd Gûrbetellî Ersoz di salvegera 28’emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û got, têkoşîna çapemeniya azad û lêgerîna li heqîqetê ya rojnamevanên jin wê di çarçoveya mîrateya Gûrbetellî de dewam bike.
Serokê Komeleya Çandê ya Laz Mehmedalî Bariş Beşlî diyar kir ku gelên Kurd û Laz mexdûrê aqlê heman dewletê ne û işaret bi girîngiya çareseriya meseleya Kurd ji bo aştiya civakî ıkir.
Ji Tora Parastina Jinê Gamze Çetîntepe biryara AYM’ê ya li ser betalkirina nefeqeyê nirxand û got, “Biryar dibe ku bibe sedem ku jin dema cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne.”
Civaknas Engîn Sûstam bal kişand ser çalakiyên xwendekaran ên li Fransayê û got, “Em şahidiyê ji hêrsa wan ciwanan re dikin ku bêpaşeroj têne hiştin. Eger Lîseyî bi tevgera karkeran re bigihêjin hev dibe ku seferberiyeke civakî ya hîn berfireh derkeve holê.”

