Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan, di salvegera 28’an a Komploya Navneteweyî de ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kiribû, li ser armanca komployê, bandora wê ya li ser meseleya Kurd û encamên wê yên li ser PKK’ê bersiva pirsên ANF’ê da.
Kalkan, anî ziman ku armanca Komploya Navneteweyî ne tenê tunekirina fizîkî ya Rêber Apo bû û got ku heke ev çênebe jî di ser pergala Îmraliyê re astengkirina têkoşîna siyasî dihat armanc kirin. Kalkan, bal kişand ku yek ji armancên bingehîn ên komployê ev bû ku meseleya Kurd bêçareserî bihêlin û şerê li Rojhilata Navîn kûrtir bikin.
Kalkan, di nirxandina xwe ya li ser rewşa niha de ev tişt gotin: “Hêza berxwedana demokratîk jî bi qasî hêza êrîşa komplogeran heye. Herî kêm bi qasî wê bihêz e. Heta li gorî destpêkê, niha pir bihêztir e.”
Kalkan, li dijî qebûlkirina hebûna Kurdan, lê redkirina mafên wan ên kollektîf nerazîbûneke tund nîşan da. Kalkan, bal kişand ku nêzîkatiya “Kurd hene lê mafên wan nînin” şêwazekî nû yê hişmendiya înkarker e û got ku ev feraset yek ji astengiyên li hembar çareseriya demokratîk e û got ku lê bi dersên ji tecrûbeyên berê hatine girtin re “biryardariya derbaskirina astengiyan” gihiştiye astek herî bilind.
Duran Kalkan, ji bo têkoşîna sala 29’an a li dijî Komploya Navneteweyî jî ev tişt anîn ziman: “Têkoşîna sala 29’an divê bibe têkoşîna mezinkirin û rêxistinkirina tevgera civaka demokratîk û serkeftina têkoşîna komara demokratîk. Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe. Ne ku em bibêjin nabe. Tirkiye di rênîşanek wiha de ye ku dê bi her awayî bibe. Yan dê demokratîk bibe, yan jî dê demokratîk bibe. Wekî din dê tiştên xirab çêbibin. Heke em tiştên xirab nefikirin, hingê divê em tiştên baş û rast pêş bixin.”
Komploya Navneteweyî li ser tevgera azadiyê bandoreke çawa kir? Armanc û planên komplogeran çi bûn?
Ez şehîdên fedaî yên berxwedana “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” ku li dora komployê xelekek ji agir çêkirin û berxwedana mezin pêş xistin, bi hurmetî, hezkirin û minnetdarî bi bîr tînim. Em salvegera 28’an a Komploya Navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kiribû, dijîn.
Hêzên komplo organîze kirine diyar in; Rêber Apo jî ev tişt bi berfirehî nirxand. Her kesî jî nîqaş kir. Di 28 salên derbasbûyî de aliyê komployê yê nehatibe çareserkirin nemaye.
Bêguman ev plan û sepana DYE’yê, Îsraîl û Îngilîstanê bû. Armanc çi bû, plansazî çawa bû? Armanca pratîkî tunekirina fizîkî ya Rêber Apo bû. Divê kes vê rastiyê bi awayekî din negire dest. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de dema Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û xwest derbasî Yewnanistanê bibe, ew nebirin Yewnanistanê û xwestin li ser Behra Spî balafirê bixin û ew tune bikin. Ev teqez e. Dema tunekirineke fizîkî ya wiha pêk nehat, encam çû heta komploya 15’ê Sibatê û pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê. Heke ev pêk bihata, bêguman hewce bi van nedima.
Dewam dike….

