Akademiya Swêdê diyar kir ku helbestvan, nivîskar û wergêr Anne Carson a ji Kanadayê hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya 2026’an hate dîtin.
Akademiyê got, Carson ji ber berhema xwe ya nûjen û wêrek a ku bi kevneşopiya klasîk re di nava diyaloga xeraker de ji bo wêjeya hemdem şêweyên nû afirand, hêjayî xelatê hate dîtin.
Carson a li Torontoyê ji dayik bû bi feraseta xwe ya wêjeyî ya xweser a navbera helbest, nivîsa xwe ya yekser, ceribandin û çîrokê tê naskirin. Di berhemên xwe de bi taybetî mijarên ji Yewnan a Antîk û wêjeya Romayê bi şêweyên vegotina hemdem jinûve dinirxîne.
XELATÊN NOBELÊ YÊN 2026’AN ÊN HETA NIHA DIYAR BÛNE
Tip: Karl Deisseroth, Peter Hegemann û Georg Nagel
Fîzîk: Francis Halzen
Kîmya: Henri B. Kagan û Kenso Soai
Wêje: Anne Carson
Xelata aştiyê wê 9’ê Cotmehê, xelata aboriyê jî 12’ê Cotmehê bê eşkerekirin.

