Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser navê girtiyên Apoyî hat dayîn de wiha hat gotin: “Bi komploya navneteweyî ya ku bi destê dewletên ku wekî hêza pêşeng a modernîteya kapîtalîst tên zanîn hat amadekirin re hat armanckirin ku hemû nirxên Kurdîtiyê ji holê rakin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:
“Ji bilî Rêbertiyê ti kes kesî nedikarî mantiqê komploya navneteweyî ya ku vîna sîstematîk a hişmendiya Kurdê azad û demokratîk di qirkirinê re derbas dike, fêm bike û çareser bike.
Hêzên ku di rêxistinkirina komployê de roleke çalak lîstin, dema ku Rêbertî mîna bombeyeke pîmê wê hatiye kişandin diyarî hêzên ewlekariyê yên Tirk kirin, şerekî sed salî yê Kurd û Tirkan pêşbînî dikirin.
Ev 27 salên borî bi awayekî pir vekirî nîşan da ku wan li ser hevqetilkirina gelên Anatoliya û Mezopotamyayê hesabên pir hûr kiribûn.
Rêbertî ji bo ku hesabên hêzên di komploya navneteweyî de cih girtine pûç bike, kûrbûneke li ser hêza mirovan re û vîneke berxwedanêdaanî holê.
Li girtîgeha girava Îmraliyê ya yekkesî sêdara ku li dijî vîna azad a Kurd hatibû avakirin,xist gorê û kesê ku dixwest bi werîsê sêdarê qirkirina Kurdan bi ser bixe, kişand ser maseya muzakereyê.
Rêbertî girtîgeha girava Îmraliyê ji baregeheke ku qirkirina Kurdan lê bi ser ketiye derxist û wir kir giraveke aştiyê ya ku ruhê jiyana hevpar a azad û demokratîk a gelên Kurd û Tirk esas digire.
Em di serî de Halît Oral, Selamet Menteş û Aynûr Artan ên ku komploya navneteweyî zû fêm kirin û bi dirûşma ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêbertî bûn xelekek û hemû hevalên ku di serdema komployê de şehîd bûne bi rêzdarî, hezkirin û minnetdarî bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînin. Em soza xwe ya girêdana bi bîranînên wan û serketinê careke din dubare dikin.”

