Komeleya Wêjekarên Kurd bi minasebeta wefata nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li Goristana Deriyê Mêrdînê li ser gora wî bernameya bîranînê li dar xist. Malbata Mehmed Ûzûn, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, endam û nûnerên saziyên sîvîl yên civakî û rêveberên partiyên siyasî û gelek nivîskar tev li bernameyê bûn.
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî û brayê Mehmed Ûzûn, Mûstafa Ûzûn di bernameyê de axivîn û Mehmed Ûzûn bi bîr anîn.
Herdem Merwanî da zanîn ku Mehmed Uzun jî yek ji wan kesên ku ji bo zimanê Kurdî têkoşiya ye û wiha got: “Em wek Komeleya Wêjekarên Kurd, heya zimanê Kurdî û Kurdek hebe em ê xwedî li keda wan derbikevin û wê pênûsa wan a giranbiha biparêzin. Nifşên nû wê li pey şopa wan bimeşin û bi heman hestî xwedî li zimanê Kurdî derbikevin. Em wek Komeleya Wêjekarên Kurd û nivîskarên Kurd ne di gotinê de em ê di pratîka xwe de vê dozê bimeşînin û bigihîjînin nifşên nû.”
Birayê Mehmed Ûzûni Mustafa Ûzûn jî bi xêr hatina mêvanan kir û spasiya hemû beşdaran kir ku di vê rojê de wan bi tenê nehiştine.
Heval û hogirên Mehmed Ûzûn jî li ser gorê behsa bîranînên xwe yên bi wî re kirin.
Beşdaran kulîlkên danîn ser gorê Ûzûn û bername bi dawî bû.

