Li paytexta Albanya Tîranê, protestoyên li dijî hikumetê bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dike. Xwepêşandêr dixwazin mercên perwerdeyê yên li zanîngehan bêne başkirin, nelirêtî bi dawî bibe û Serokwezîr Edi Rama îstifa bike. Di navbera xwepêşandêr û polîsan de roja Duşemê şer qewimî.
Bi sedan kesên li ber Wezareta Perwerdeyê li hev kom bûn kevir avêtin polîsan, polîsan jî bi ava şid û gaza ku çavan dişewitîne dest li wan werdan. Li gorî medya Albanyayê herî kêm çar xwepêşandêr hatin binçavkirin û polîsek birîndar bû.
RAMA BANGA DIYALOGÊ KIR
Serokwezîr Edi Rama îdîa kir ku xwepêşandêran bi êrişa li ser saziyên cemaweriyê û polîsan “xeta sor derbas kirine”. Di daxuyaniya li ser Facebookê de Rama diyar kir ku xwepêşandan mafek e, lê belê tundî sûc e û got, ji bilî partiyên siyasî yên ku xwe ji van çalakiyan û tundiyê venagirin, ew amade ye bi her kesî re diyalogê bike.
Rama diyar kir ku wê 2 hezar û 500 Euro bide her polîsekî li refên pêş ên xwepêşandanan wezîfeyê dike.
DI ŞER DE NÊZÎ 300 KES BIRÎNDAR BÛN
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, ji destpêka protestoyan û vir ve di şer de nêzî 300 kes birîndar bûn. Du ji sê parên birîndaran polîs in.
Rojên dawî hin ji xwepêşandêran zerar dan avahiyên wezaretê, dadgehan, bankayan û kargehan. Roja Yekşemê li pêşiya qereqoleke polîsan û Wezareta Karên Hundir agir hate dadan.
Rama ku ji sala 2013’an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, îdîa kir ku li pişt bûyerên tundiyê tevgera Antifa û servîsên îstîxbarata biyanî yên girêdayî Rûsya û Îranê hene. Serokwezîr îdîa kir ku bi destwerdanên derve hewl tê dayin ku pêvajoya tevlîbûna Albanyayê li nava Yekîtiya Ewropayê bê astengkirin.

