Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) daxuyand ku dadgeha rejîmê ya Ûrmiyeyê bi îdiaya “endamtiya komên mûxalîf” 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Demîr bi qasî 8 mehan berê li Ûrmiyeyê hatiye girtin û piştî ku bi mehan li navendeke binçavkirinê ya ewlehiyê ya bajêr hatiye jêpirsînkirin, şandine Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê.
Hate ragihandin ku piştî eşkerekirina biryarê, Demîr veguhestine qawîşa Erşadê ya ku girtiyên siyasî lê dimînin.

