Nezahat Teke ku li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê daxuyanî da, diyar kir ku banga ku di 27’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Rêber Apo ve hatiye kirin di nava wan de hêviyek çêkiriye, lê ji bo ku pêşveçûn çêbibin divê dewlet jî gavê biavêje.
Nezahat Teke, da xuyakirin ku ew di serî de azadiya Rêber Apo dixwazin û got: “Heta ku azadiya wî pêk neyê, ti wateya qanûnekê ku derkeve jî nîne.”
Nezahat Teke, destnîşan kir ku Meclîsên Dayikên Aştiyê yên ji 24 bajaran dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê werin gel hev, bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin û bi vekirina konan nobetê bigirin.
Nezahat Teke, bal kişand ser girtiyên nexweş û yên ku cezayên wan tên dirêjkirin ên li zindanan û anî ziman ku ew naxwazin cenaze ji zindanan derkevin.
Nezahat Teke, da xuyakirin ku divê Rêber Apo di pêvajoyê de roleke çalaktir bilîze û axaftina xwe wiha domand: “Em ê ji bo misogerkirina statûya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo gav bên avêtin bixebitin. Heke Rêberê Gelê Kurd di nava komîsyonên hatine avakirin de biba, pêvajo dê baştir bihatiba meşandin. Ji bo vê yekê em ê biçin Enqereyê. Em ê dexwazên xwe bigihînin partiyên siyasî. Heya roja Sêşemê em ê li wir bin. Em bang li rêxistinên civaka sivîl ên li Enqereyê jî dikin; bila xwedî li dayikan derkevin. Îro gotineke her kesî ji bo aştiyê heye. Bila ew jî piştgiriya dayikan bikin. Daxwaza me ya herî mezin azadî û statûya Rêbertiyê ye. Her du mehan carekê hevdîtin çêdibin, ev têr nake. Yê ku dê çareseriyê hilberîne Rêberê Gelê Kurd e. Em ê dosya, daxwaz û nîqaşên xwe li Enqereyê ragihînin. Em hêvî dikin ku ew ê me qebûl bikin û destên me vala nehêlin.”
Nezahat Teke, her wiha banga li saziyên çapemeniyê kir ku ji zimanê li dijî aştiyê dûr bikevin.

