Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Jinan a TEV-DEM`ê bi boneya Roja Cîhanê ya Kobanê daxuyaniyek da. TEV-DEM di daxuyaniyê de berxwedana Kobanê wekî pêvajoyeke dîrokî ya ku sînorên erdîngarî û siyasî derbas kir bi bîr anî, da zanîn ku ew veguherî semboleke cîhanî ya ji bo berxwedana mirovahiyê li hemberî terorê, parastina azadiyê, pirrengî û rûmeta mirovan.
Di daxuyaniyê de diyar kir ku rola navneteweyî, demokrasî, tevgerên civakî, mirovahî, zane, kesayetên cîhanî ya piştgiriya bi Kobanê re ber bi çav bû, bajarê Kobanê ji bo wijdanê mirovahiyê bû ezmûnek, isbat kir ku berevaniya li ber mirovahiyê sînorê netewperestî û olperestiyê nas nake.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hewildanên hedefgirtina gelê Kurd, paşguhkirin û dûrxistina wê ji avakirina Sûriyeya nû, hişyarî da ku heke entegrasyon ji bo yek alî be wê metirsiyên mezin bên jiyîn, entegrasyon nayê wateya asîmlekirina nasnameya gel, destberdana ji netew, çand û siyasetê ye, ew avakirineke bi awayeke hevbeş a niştîmanî ye, pê taybetmendiyên pêkhetayan, maf û destkeftiyên wan tê parastin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ên ku Kobanê parastin, li dijî xeteriya DAIŞ`ê derketin hêjayî jiyaneke bi aştî, ewlehî, azadî û rûmetê ye, divê hêzên neteweyî, demokratîk, zanyar û kesayetên ku piştgiriya Kobanê kirin, rola xwe bidomînin, li kêlek mafê gelê Kurd rawestin.
Daxuyaniya Meclisa Jinan a TEV-DEM’ê ji hêla Endama Rêveberiya Meclisa Jinan Şêrzad Yûsif ve hat xwendin.
Meclisa Jinan diyar kir ku 1`ê Mijdarê ji bo wan boneyeke dîrokî û semboleke îradeya gelan û hevgirtina wan a li hemberî terorê ye, DAIŞ`ê bi fikir û pratîka xwe hebûna jinan û azadiya wan hedef girt, berxwedana ku gelê Kurd, ciwan û jinên ciwan bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi destekdayîna Pêşmergeyan pêk anî, efsaneyeke dîrokî ava kir hişt ku civaka navneteweyî û gelê azad vê rojê bikin roja cîhanî ya piştgiriya Kobanê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jina Kurd bû pêşenga têkoşînê, hêza xwe ya birêvebirinê û avakirina serketinê isbat kir. Jinan dan zanîn ku ew ê li qadên siyasî, civakî, çandî, dîplomasî û destûrî de ji bo parastina destkeftiyên jinan û mafê wan têkoşîna xwe bidomînin.

