Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û gavên şênber ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatine Enqereyê, li Parqa Meclisê kom bûn. Dayikên li beriya daxuyaniyê li vir kom bûne, bi stran û dirûşman, daxwaza aştiyê kirin.
Dayik piştre li heman derê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê, endam û nûnerên partî û saziyên demokratîk û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Dayikan pankarta “Ji bo aştiyê gav biavêje” vekirin û dirûşmeyên, “Silav, Silav ji Îmraliyê re hezar Silav” û “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” berz kirin.
Dayika Aştiyê Meryem Korkmaz di daxuyaniyê de axivî, xwest ji bo pêvajoya ku 2 sal in dest pê kiriyê gavên şênber werin avetin û got: “Sozên hatine dayîn he jî nehatine pêkanîn. Mîmarê vê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were û gavên şênber û pêwîst bên avêtin. Pêvajo sekinî ye em vê qebûl nakin. Em dixwazin pêvajo bi aştiyê encam bibe.”
Dayika Aştiya Murvet Demîr jî destnîşan kir ku ji bo pêvajo xera nebe ew hatine Enqereyê û got: “Heta aştî çênebe, em li vir in. Heta statuya Serokatî pêk neyê, girtî neyên berdan û gerîla venegerin, em li vir in. Em ji bo aştiyê hatin.”
Kezban Kalin a hevjînê wê lêşker bû ye û kurê wê jî dema leşkerî dikir di darbeya 15’ê Tirmeha 2015’an de hatiye girtin û di girtîgehê de tê ragirtin, tevlî çalakiyê bû. Kezban Kalin anî ziman ku pêdiviya hemû kesan bi aştiyê heye û got: “Heke hemû dayik astiyê bixwazin, tu kes nikare li hemberî vê daxwazê bêyî hestiyarî tevbigere.”
Dayik piştî daxuyaniyê ji bo çalakiya nobetê derbasî kona li Parqa Kurtuluşê hatiye vegirtin, bûn.

