Gulazer Akin a ku 30 sal in girtî bû ji Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê hat berdan. Malbata wê, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) û gelek kesan li ber girtîgehê Akin pêşwazî kirin.
Di daxuyaniya ku li ser navê komeleyê hat dayîn de bertek nîşanî bernedana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tên taloqkirin, hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta hemû girtiyên siyasî û Rêber Apo azad nebin azadiya rasteqîn pêk nayê.
Gulazer Akin bi bîr xist ku berdana hevaleke wê ya ku dihate payîn beriya wê bê berdan, bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê hatiye taloqkirin û anî ziman ku ji ber vê yekê wê jî bawer nedikir ku bê berdan.
Gulazer Akin destnîşan kir ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye û ew piştgiriyê dide vê pêvajoyê û wiha got: “Heta ku hevaleke me jî li hundir bimîne ez ê xwe wekî jatiye tehliyekirin hîs nekim. Em têgihîştin û hatin. Pêvajoyeke nû dest pê kir. Min di desteyê de jî diyar kir. Pêvajoyeke nû dest pê kir û ez piştgiriyê didim vê pêvajoyê. Jixwe tiştek ji azadiyê xweşiktir nîne.”
Akin piştî axaftina kevokên spî firandin.

