Dayikên Aştiyê piştî nobed û serdana partiyan li ber navenda giştî ya DEM Partiyê daxuyanî dan. Dayikan pankarta “Ji bo aştiyê gav bavêje” vekirin û dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em şer naxwazin aştiye dixwazin” berz kirin.
Dayika Aştiyê Muzzeyen Butun diyar kir ku pêvajo ev du sal in yekalî dimeşe û anî ziman ku ji bo gav bê avêtin û pêvajo bigihêje armanca xwe ew hatine Enqereyê û wiha axivî: “Heta Rêberê me azad nebe û pêvajoyê bi rê ve nebe, wê pêvajo yek alî negihêje armanca xwe. Jixwe di pêvajoya ku xetimiye de daxwaz û hêviya dayikan ew e ku ev pêvajo bi lez bê meşandin. Em bang li hemû dayikan dikin ku dest bidin destê hev û êdî xwîn nerije û ew pêvajo bigihêje encamê. Me ji bo serdana Serokatî daxwazname da bû wezîrê dadê lê hê daxwaznameya me re bersiv nedanê. Heta azadiya Serokatî nebe çareser nabe. Em dixwazin birêz Serokkomar û Devlet Bahçelî guh bidin daxwazên me û aştî pêk were. Sedema hatina me ya vir ew ê ku çareserî pêk were. Ew pêvajo bigihêje encamê û em bi hev re di nava xweşiyê de bijîn.”

