Çînê da zanîn ku bi armanca pêşîlêgirtina şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ew hewlên dîplomatîk didomîne. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning diyar kir ku pêşîlêgirtina destpêkirina dijminahiyên li herêmê pêşaniya Pekînê ye.
Mao Ning got: ‘’Pêşaniya mutleq, pêşîlêgirtina dijminahiyên li Rojhilata Navîn in.’’ Mao Ning bal kişand ser hevdîtinên dawîn ên li gel rayedarên Îranî, Erebistana Siûdî û Ummanî.
Serokdewletê Çînê Şi Cinping roja Duşemê bi Siltanê Ummanê Heysem bin Tarik ê di şer û pevçûnan de rola navbeynkariyê girt ser xwe re hevdîtinek kir. Heman rojê Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi jî li gel rayedarên Îranî û Erebistana Siûdî civiya.
Hewlên dîplomatîk ên Çînê bi awayekî rasterast girêdayî geşedanên li Rojhilata Navîn in.
Li gorî daneyên şîrketa analîzê Kplerê, sala borî ji niviyê zêdetirê hawirdeya petrola xav a bi rêya behrî pêk aniye ji Rojhilata Navîn hatiye û piraniya petrolê li ser Tengava Hurmuzê hatiye şandin.
Daneyên Kplerê nîşan didin ku beriya şerî zêdetirî ji sedî 80’yê hawirdeya petrola Îranê çûye Çînê. Ji aliyê Îranê ve Çîn, weke yek ji hevkarên sereke yên stratejîk û aborî ye.
Lê belê têkiliyên Pekînê yên li herêmê bes bi Îranê re sînordar nînin. Çîn, di deh salên dawîn de li gel welatên Ereban ên li Kendavê hevkariya xwe ya aborî û dîplomatîk gelekî pêş xistiye. Ji ber vê yekê dewamkirina şer û pevçûnên herêmî bandorê li peydakirina enerjiyê û têkiliyên li gel welatên cuda dike.
BANGA ÇARESERIYA DÎPLOMATÎK Û AGIRBESTÊ
Çîn, ji krîza li Rojhilata Navîn ji aliyê aborî ve jî bandor dibe.
Pekîn, bi mehan e ji bo ku şer û pevçûn bi rêyên dîplomatîk werin bidawîkirin û Tengava Hurmuzê ji nû ve vebe hewlên dîplomatîk nîşan dide.
Mao Ning da zanîn ku aramiya li Rojhilata Navîn û herêma Kendavê bes ne ji aliyê aramiya gel û welatên li herêmê di heman demê de ji aliyê bazirganiya enerjiyê ya navneteweyî û aştî û ewlehiya gerdûnî ve jî gelekî girîng e.
Rêveberiya Çînê diyar kir ku ew ê hewlên xwe yên têkildarî kêmkirina rageşiya herêmî û peydakirina çareseriya dîplomatîk bidomîne.

