Li bajarê Qamişloyê merasîma bîranînê ya şehîd Ciwan Ereb (Ciwan Îbrahîm) bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Merasîm li Hola Rehmê hat lidarxistin. Hol bi wêneyên şehîd Ciwan Ereb, wêneyên Rêber Apo, alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û alên kurdî hat xemilandin. Malbata şehîd Ciwan Ereb, endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, sazî, rêxistin, partiyên siyasî, pêkhateyên herêmê, endam û rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarên Rojava û gelê Qamişloyê beşdarî merasîmê bûn. Gel bi wêneyên şehîd û dirûşmên “Şehîd Namirin” ket holê.
Dayika şehîd Ciwan Ereb Enîsa Tobal bi lorîkan kete holê û got: “Ciwanê min fermandar e. Ciwanê min Simkoyê Şikak e, Şêx Seîd e. Wî xwe ji welatê xwe re feda kir. Me ew bi perwerdeya welatparêziyê mezin kir. Ez pê serbilind im, ew şehîdê Kurdistanê ye.”
Kesên beşdarî merasîmê bûbûn sersaxî ji dayika şehîd re xwest. Merasîmê bi kêliyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Xaltîka şehîd Ciwan Mûna Tobal li ser navê malbatê axivî û got: “Bi navê malbatê, bi navê Serêkaniyê û Efrînê ez dibêjim hûn bi xêr hatine. Ciwan kesekî mezin bû. Tu gotin tune ye em wî bînin ziman. Ew bi cesedî çû, lê ruhê wî bi mezin û biçûkan re ye. Bi Kurdan, Ereban, Suryanan û Xiristiyan re ye. Şehadeta wî boneyeke mezin e. Dê ruhê wî bi me re be heta em hebin. Ez şehadeta wî li hemû Kurdan, Ereban û xêrxwazan, kesên ji azadiyê hez dikin pîroz dikim. Ciwan, lawikê me, tu çûyî lê dê tu bi me re bî. Te digot xaltîkê em ê Kurdistanê çêkin, em ê Rojava çêkin. Ciwan em bi te re ne.”
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Kesîr axivî û got: “Em bixêrhatina tevahî malbatên şehîdan û kesên hazir dikin. Di hizûra şehîd Ciwan Îbrahîm de em tevahî şehîdan bîr tînin. Ev şehîd li ser felsefeya Rêber Apo meşiyan. Heval Ciwan Îbrahîm kedeke mezin di Rojava de da, em soz didin wî dê keda wî vala neçe. Em wek malbatên şehîdan, wek gelê welatparêz, em şopdarên we ne. Çawa we tirs xistibû dilê dijmin, em nahêlin ew tirs ji dilê dijmin derkeve.”
Piştre li ser navê meclisên taxên Qamişloyê, partiyên siyasî, Kongra Star axaftin hatin kirin û bal kişandin ser keda şehîd Ciwan Ereb û soza şopandina rêya wî dan.
Merasîm dê sibe û dusibe jî bidome.

