Gulten Kaya li gel serpêhatiya xwe ya şexsî weke hevjîna Ahmet Kaya û xwişka Yûsûf Hayaloglû timî di navenda muzîkê, helbest û çîrokên welêt de cih girt. Em pê re li ser veguherîna li qada muzîkê axivîn. Anî ziman ku platformên dîjîtal pirsgirêkên exlaqî û wijdanî jî bi xwe re tîne û weke yek ji hîmên herî girîng ên bîra kolektîf bal kişand ser girîngiya hilberîna bi zimanê dayikê.
Nivîskara muzîkê Gulten Kaya destpêkê işaret bi dîjîtalbûna li endustriya muzîkê kir û got, “Platformên dîjîtal bi xwe re pirsgirêkên wijdanî û exlaqî tîne. Ev yek dikare ji ber mirov an jî sîstemê be, her du jî ji hev cuda nîne.”
Gulten Kaya diyar kir ku yek ji hîmên herî girîng ên bîra kolektîf hilberîna bi zimanê xwe yê dayikê ye.
Ji bo pirsa “Gelo hilberîna muzîkê û deng a bi hişê çêkirî we dixe nava fikaran, dikare encameke çawa bi xwe re bîne?” Gulten Kaya anî ziman ku ev rewş wê dixe nava fikaran û got, “Jiyan ber bi demeke welê ve diherike ku hema bibêje hindik maye mirov bê klonkirin. Ev pêvajoya ku bi afirandina bazar û aboriya xwe bi pêş ve diçe, hindik maye li her qadê li şûna heqîqetê bi cih bibe. Bêguman ya herî xurt exlaq û wijdan e. Pêwîstî bi aqil, perwerde û çandekê heye ku qîmeta nirxên rasteqîn bibîne. Her welat bêguman divê têkildarî vê serdema nû ya çêkirî tedbîrên xwe hebin, qanûnên xwe hebin û li gel vê yekê jî hurmeta divê ji huner û kedê re bê dayin li nava sîstema xwe ya perwerdeyê bi cih bike. Ev ‘hişê çêkirî’ ku di nava xwe de xwedî rîsk e, wê ji hunerê heta bi siyasetê ji kontrolê derkeve û bêguman ev cihê tirs û fikaran e.”
Li ser muzîka Ahmet Kaya jî Gulten Kaya got, “Muzîka Ahmet Kaya ne muzîka ‘bi kar bîne û biavêje’ ye. Civakî ye, şahidî ye, rasteqînî ıye, wêjeyî ye, dîroka nêz e, helbest e, hest e, berdêl e. Di muzîka wî de hûn dikarin dîroka nêz bibînin, êşên civakî jî bibînin.”
Gulten Kaya bi dewamî destnîşan kir ku weke li hemû qadên hunerê di muzîkê de jî jiyan apolîtîkbûnê efû nake û got, “Li cografyayekê ku nakokî bi qasî çiyayekî zêde ye, eger ev rewş venaguhere pêşketin, huner û hilberînê, hingî li wê derê hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê hunerî ve korbûnek heye.
Ji wêne heta bi wêjeyê, ji sînemayê heta bi muzîkê ji bo afirîneran mijara nebe nabe ew e ku bi wêrekî beşdarî nava jiyanê bibin. Ji ber ku huner ji aliyê şahidiya li jiyanê ve bi taybetî li welatên weke yê me wêrekîbûnê ferz dike.”

