Ji sala 1999’an û vir ve ev festîval li Viyanayê di demên cuda de tê lidar xistin û îsal cara 12’emîn pêk tê.
Festîval li Votivkinoyê tê nîşandan. Meclîsa Civaka Kurd li Awusturyayê (FEYKOM), Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û saziyên din bi hev re vê festîvalê amade dikin.
Festîval dê di navbera 4-8’ê Mijdarê de pênc rojan dewam bike. Di bernameyê de fîlmên dirêj, belgefîlm û fîlmên kurt hene. Ev fîlm behsa dîrok, çand, nasname, koçberî û jiyana Kurdan a îro dikin.
Di vekirinê de belgefîlma ‘To My Sisters’ ku behsa şer û têkoşîna jinên Kurd dike, hat nîşandan. Piştî fîlm, derhêner bi rêya onlaynê beşdarî bernameyê bû û bersiva pirsên temaşevanan da.
DIVÊ KURD XWE BI XWE ÇÎROKÊN XWE VEBÊJIN
Seroka Herêma Alsergrundê Saya Ahmad di vekirinê de axivî û diyar kir ku ev festîval ji bo dîtina dîrok, çand û jiyana Kurdan pir girîng e.
Saya Ahmad, got ku Serçavan ne tenê nîşandana fîlman e; ew cihê civîn, nîqaş û fikrên cuda ye. Saya Ahmad, bal kişand ser girîngiya nûnertiya ziman, çand û nasnameya Kurdî di nav civakê de.
Ji komîteya amadekar Gule C. jî got ku sînema Kurdî rasterast bi çîrok, nasname, ziman û hafizaya civakî re girêdayî ye.
Gule C., anî ziman ku piraniya caran kesên din behsa jiyana Kurdan kirine û got ku divê Kurd çîrokên xwe bi xwe vebêjin. Gule C., da xuyakirin ku sînema Kurdî evîn, windabûn, şadî, êş, berxwedan û koçberiyê bi çavê Kurdan tîne ser ekranê.
JINÊN KURD TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM DIKIN
Parlamentera Partiya Kesk û hiqûqnas Bêrîvan Aslan, di festîvalê de axivî û got ku sînemagerên Kurd hem li Kurdistanê hem jî li Ewropayê di bin zextê de ne.
Bêrîvan Aslan, behsa astengiyên li ber fîlmên Kurdî yên li Tirkiyeyê kir. Bêrîvan Aslan, her wiha li ser fîlma ‘To My Sisters’ qala berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê kir.
Bêrîvan Aslan, got ku jinên Kurd ne tenê demên diyar, di her qada jiyanê de têkoşînê dikin û têkoşîna wan berdewam e.
Bêrîvan Aslan, behsa Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag ku li Tirkiyeyê girtîne jî kir. Bêrîvan Aslan, ne bi cih anîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rexne kir û daxwaz kir ku Ewropa ji bo azadiya girtiyên siyasî zêdetir berpirsiyarî bigire.
Piştî axaftinan, hunermend Ozlem Bulut bi kilam û stranên xwe bernameyek muzîkê pêşkêş kir. Di festîvalê de ji bo piştgiriya projeyên nû yên sînema Kurdî alîkarî jî tên berhevkirin.
ÇÎROKÊN CUDA YÊN SÎNAMAYA KURDÎ
Di roja duyem a festîvalê de fîlmê Azad Altay ê bi navê Bîra Sûrê ku behsa xerabûna navçeya Sûrê ya Amedê dike tê nîşandan. Fîlmê Hemo ku behsa jiyana Rojava dike û fîlmê Kazim Oz ê bi navê Oyuna GeldÎk jî dê werin nîşandan.
Roja Înê fîlmên Xezîne, Rojava Rûmeta Me ye, fîlmê li ser tundiya li dijî jinan Habā û fîlmê Arzela from Amed ê li ser têkoşîna demokrasiyê dê bên nîşandan. Di dawiya rojê de fîlmê Heval Birako ku behsa revê du birayên êzîdî ji destê DAÎŞ’ê dike tê nîşandan.
Di bernameya Şemiyê de fîlmên kurt Dengê Kilîtan-Voices and Locks, The Manuscript, fîlmê li ser nasnameya Ermenî Yerlî Yurtsuz û fîlmê li ser zimanê dimilî Dimilî: Ewro Tirkî Yasax A hene. Piştî fîlman dê bi wênesaz û rojnamevan Ozgur Rayzan re hevpeyvîn çêbibe.
Di girtina festîvalê de fîlmê Boris Guevara ê bi navê Mugarik Gabe – No Borders ku behsa peywendiya çandî û muzîkê ya di navbera Bask û Kurdistanê de dike tê dîtin. Festîval dê bi belgefîlma Huseyîn Tabak a bi navê Efsaneya Qralê Laidûn (Çirkin Kral Efsanesi) ya li ser jiyana Yilmaz Guney bi dawî bibe.
Zêdetirî pênc rojan ev festîval dê nimûneyên cuda yên sînema Kurdî nîşan bide. Hat ragihandin ku eleqeyeke mezin nîşanî vekirina festîvalê hat dayîn û hemû bilêtên roja yekem hatin firotin.

