Endamê tensîqiya Şengalê Hisên Hecî derbarê rewşa dawî ya Şengalê, mafên civaka Êzidî û pêvajoya nû de ji ANF re axivî û destnîşan kir ku derfeteke dîrokî li pêş e û divê bi ti awayî neyê windakirin û paşxistin.
Hecî anî ziman ku pêwîst e mafên civaka Êzidî di vê hikûmeta nû ya Iraqê de bi awayekî zelal bên dayîn û ev entegrasyon weke gaveke yekem û dîrokî tê dîtin, lewra divê civaka Êzidî vê pêngavê ji dest nede. Wî her wiha da xuyakirin ku di vê pêvajoyê de divê dewlet bi cidî tevbigere û ev pêngav ne tenê li ser kaxezê bê hiştin û ji aliyê din ve jî divê civak tu carî tawîzê ji mafên xwe nede û heta dawiyê li ber xwe bide.
Di dewama axaftina xwe de Hecî diyar kir ku di dema niha de tevahiya dosyayên Şengalê li ber destê serokwezîrê Iraqê ne û piştî serketina vê pêngava leşkerî, wê dest bi vekirina dosyayên din jî bê kirin û got: “Dema ketina Şengalê heya wê xiyaneta ku li civakê hatiye kirin, wê bi demê re ev dosya bi temamî bên vekirin û lêkolîn li ser bên kirin.”
Endamê Tensîqiya Şengalê bal kişand ser helwesta hinek aliyan û diyar kir ku ew naxwazin tu alî ji vê pêngavê aciz bibe, lê belê ev 12 sal bûn ku Şengal ji hemû derfetên jiyanê bêpar hatibû hiştin û hatibû paşguhxistin. Di nav van 12 salan de gelek caran Şengal hatibû reşkirin û tabloyek nebaş ji bo raya giştî hatibû nîşandan, lê îro gaveke girîng hatiye avêtin û li şûna ku ew alî piştgiriyê bidinê, li dij derdikevin, di demekê de ku pêwîst bû bi awayekî erênî xwedî li vê pêngavê derketiban.
Derbarê pirsgirêkên navxweyî û madeya 140 a destûrî de Hecî da zanîn ku gelek pirsgirêk di navbera dewletê û PDK de hene û niha careke din dixwazin vê madeyê bixin rojevê. Wî bi tundî red kir ku civaka Êzidî bibe asteng li pêşiya pêkanîna madeya 140’ an.
Hecî destnîşan kir ku pirsgirêkên kevn ên di navbera wan aliyan de nehiştine ev made pêk bê, lewra pêwîst nake ku careke din Şengal û civaka Êzidî bibin qurbaniyên navbeyna nakokiyên herdû aliyan.
Di dawiyê de Hisên Hecî destnîşan kir ku ew weke civaka Êzidî tu carî li hemberî tu aliyekî siyasî derneketine û her kesê xwestibe destê alîkariyê bide Şengalê, rê li ber nehatiye girtin. Hisên Hecî got, “Armanca me ya sereke û tişta ku em li hemberî derdikevin tenê ew e ku Şengal careke din nebe qurbana siyaseta tu aliyên siyasî û leşkerî.”

