Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş li civînekê axivî û li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kir.
Kûrtûlmûş anî ziman ku PKK’ê û Rêber Apo di çarçoveya pêvajoye de gavên girîng avêtin û ragihand ku rojên pêş wê li Meclîsa Tirkiyeyê bi şêwiriyeke berfireh Komîsyoneke Şopandinê ava bibe. Kûrtûlmûş diyar kir ku komîsyon wê bi navê îradeya gel pêvajoyê bi tememî bişopîne û kontrol bike.
Kûrtûlmûş di nirxandina xwe ya têkildarî rêveçûna pêvajoyê de îdîa kir ku li gorî pêvajoyên bi heman rengî yên li cîhanê Tirkiyeyê di demeke kurt de qonaxeke girîng derbas kiriye û got, ew hêvî dike ku dema ji niha û pê ve hîn bi hêsanî û bi lez bimeşe.
Kûrtûlmûş diyar kir ku ji bo pêvajo bi rengekî erênî bi pêş ve biçe divê gotinên cihêkariyê neyên bikaranîn û li hemberî provokasyonan hişyarî da. Kûrtûlmûş got, ti ji nasname ji nasnameyeke din bilindtir nîne û bal kişand ser girîngiya zimanê tê bikaranîn.

