Tuncer Saglam ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin û piştî xirabûna rewşa wî ya tenduristiyê di 9’ê Cotmehê de birin Girtîgeha Hejmar 2 a Sincanê ya Enqereyê. Tuncer Saglam piştî ku li Nexweşxaneya Bajêr a Etlik a Enqereyê 25 rojan hat dermankirin û li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Saglam ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û anîn Wanê.
Cenazeyê Saglam ji aliyê nûnerên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê û gelek welatiyan ve li Wanê hat pêşwazîkirin.
Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, cenaze rakirin morga Goristana Akkopru ya navçeya Tuşba ya Wanê. Cenaze wê sibê bi girseyî li gundê Kolo yê navçeya Qelqeliyê were veşartin.

