Li bajarê Kraków ê Polonyayê roja Şemiyê êrişeke çekdarî rû da. Di encamê de 6 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn. Piştî êrişê li mala gumanbar cenazeyê 3 kesan hate dîtin. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan gihîşt 9’an.
Polîsên Polonyayê ragihandin ku kesên hatin qetilkirin 4 jê jin, 2 jê mêr, yek jê welatiyê Îngiliz bû. Ji birîndaran jî 2 jê polîs û 5 jî biyanî ne.
Hate ragihandin ku gumanbarê 25 salî yê welatiyê Polon li qadeke navîn a bajêr bi çeka otomatîk li derdorê reşand. Wezîrê Karên Hundir Marcin Kierwiński anî ziman ku gumanbar di bin bandora îdeolojiya rastgiriya tund de ye, xwedî nêrînên radîkal û neteweperestiya tund e.
Wezîrê Parastinê Władysław Kosiniak-Kamysz êriş weke ‘çalakiyeke terorê’ ya li dijî xelkê Krakówê ênase kir. Serokwezîr Donald Tusk jî anî ziman ku 3 kesên li mala gumanbar mirî hate dîtin jî bi îhtimaleke mezin ji malbata wî bû.
Ji bo bîranîna qurbaniyan rojên Yekşem û Duşemê li Polonyayê şîna neteweyî hate ragihandin.

