Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) têkoşer û milîsê Tevgera Azadiyê Kamil Geverî, îro di saetên ber êvarî de, di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.
Li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Kamil Geverî bi merasîmekê hate bibîranîn.
Di merasîma ku li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan hate lidarxistin de, endam û rêveberên sazî û dezgehên civakî, rêhevalên şehîd ên têkoşînê û gelek şêniyên wargehê amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiyê, nasnameya Şehîd hate xwendin.
Rêhevalê wî yê kar û xebatên şoreşgerî Hisên Gozireşî li ser kesayeta Şehîd Kamil axivî û wiha got: “Gelê me şahidî ji oxirkirna gelek Şehîdan re kirye, îro jî em rêhevalê xwe Kamil Geverî oxir dikin. Em destpêkê dibêjin bila serê Rêber Apo, hevlên me yên îro di çeperan de li berxwe didin û hemû gelê welatparêz sax be. Şehîd Kamil di salên 1980’an de li Oremarê dest bi xebatê xwe yê şoreşgerî kirye, sala 1994’an jî ji ber zilma dewleta Tirk neçar bû koçî Başûrê Kurdistanê bike. Ji oremar heta Zap, Cîlo û Çareçelan xebat kiriye. Dema qala Çarçela tê kirin di her tepeyekê de şopên rêheval kamil heye.”
Hisên Gozireşî herî dawî soza bilinkirina tekoşînê da û wek rêhvalên wî hertim wê şopdarên rêya Şehîd Kamil bin.
Hevberdevkê Saziya Malbatê Şehîdan Qedrî Şirîşeyî li ser Şehîd Kamil wiha hestê xwe amî ziman: “Di serî de serî Rêber Apo, malbata meya hêja û gelê welatparêz sax be, Şehîd kamail hem tekoşer hem jî kedkarek yê vê dozê bû. Ji bo me windakirina Şehîd Kamil êşek girane, ji bo wê emê hertim şopdarê rêya wan bin.”
Her wiha endama Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos jî da diyarkirin ku Şehîd Kamil wê hertim di dil û mejiyê wan de bijî, sersaxî li malbata hêja da û soza bilinkirna Şehîdên wek Şehîd Kamil da.

