Xwendekar û şêniyên bajarê Qamişlo li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya kêmkirina saetên dayîna perwerdey bi Kurdî meşek li dar xist.
Meş li qada Şehîd Cîhad dest pê kir. Di meşê de bi berzkirina dirûşman û vekirina pankartan girêdana xwe ya bi zimanê xwe ve nîşan da û dane zanîn ku hefteyê 3 saet tenê bi Kurdî têrê nake. Her wiha hat xwestin ku zimanê Kurdî bibe zimanekî bingehîn ê perwerdeyê.
Meş li qada Jina Azad sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Piştre xwendekarê bi navê Rodî Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku zimanê Kurdî beşek bingehîn a nasname, dîrok û çanda gelê Kurd e, lew ra parastina ziman berpirsyariya nifşan e. Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku zimanê Kurdî zimanekî resen e ku dikare bibe zimanê zanistê di hemû qadan de.
Kêmkirina saetên dayîna perwerdeya bi Kurdî hat rekirin û heta gotin, ev biryar nakeve xizmeta berjewendiyên xwendekaran û xwendina wan a bi salan a bi zimanê dayikê li ber çavan nagire.
Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku perwerdeya bi Kurdî nayê wateya redkirina zimanê erebî, lê teqeziya li ser mafên xwendekaran a domandina perwerdeya bi zimanê dayikê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku xwedî li zimanê Kurdî bê derketin û têkoşîna ji bo mafê perwerdeya bi Kurdî were domandin.
Meş bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

