Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump, Serokdewletê Çînê Şi Cinping û Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin li hev rûniştin. Di destpêka hevdîtinê de hate ragihandin ku hersê welat ji aliyê kêmkirina hejmara çekên nukleerî yên li cîhanê û kêmkirina rîska bikaranîna van çekan de di asteke girîng de ne.
Trump diyar kir ku sê hêzên herî xurt ên nukleerê yên cîhanê DYE, Rûsya û Çîn e û got, kêmkirina cebilxaneya nukleerê ‘gelekî zehmet e’, lê anî ziman ku di vê mijarê de divê hevdîtin bêne meşandin.
Li gorî medya dewletê ya Çînê Şi Cinping jî ji bo pêşîgirtina li şerê nukleerî bang kiriye ku “Divê her tişt bê kirin.”
Şi Cinping çekên nukleerî weke ‘Şûrê Demokles’ ê li ser serê mirovahiyê pênase kir û işaret bi girîngiya mijarê kir.
JI CINPING HIŞYARIYA TÊKILDARÎ TAYWANÊ
Şi Cinping di mijara Taywanê de bang li Trump kir ku “Ya rast bike”, naxwe têkiliyên Çîn û DYE’yê wê gelekî lawaz bibe. Şi Cinping anî ziman ku ew kêfxweş e ji ber ku bi Trump re hewl dide têkiliyan bi pêş ve bibe.
PUTIN BAL KIŞAND SER ÛKRAYNA Û HIQÛQA NAVNETEWEYÎ
Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin jî diyar kir ku di çareseriya şerê herêmî de hersê welat xwedî berjewendiyên hevpar in û şerê Ûkraynayê jî di vê çarçoveyê de nirxand.
Putin anî ziman ku Moskow, Pekin û Washington di mijara ewlekarî û aştiya cîhanê de xwedî berpirsyariya hevpar in û ji bo xurtkirina sîstema hiqûqa navneteweyî bang kir. Her wiha işaret bi girîngiya hurmeta li Şertê Neteweyên Yekbûyî û xurtkirina vê belgeyê kir.

