Bi wesîleya 17’ê Mijdarê Roja Xwendekaran a Navneteweyî xwendekarên li Qamişlo û Dêrikê meş lidar xistin û daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê kirin.
Meşa xwendekaran li Qamişloyê ji Çerxerêya Sonî destpê kir. Xwendekaran di meşê de daxwaza parastina mafên xwe yên zimanî kir û piştgiriya xwe ji bo Zanîngeha Rojava anî ziman.
Beşdaran dirûşmên ku pabendbûna xwe ya bi zimanê dayikê û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî dikir, qîr kirin.
Di meşê de xwendekar Diyana Ebdî û Bêrîtan Necîm li ser navê xwendekaran daxuyanî bi kurdî û erebî xwend. Daxuyaniyê binpêkirinên li dijî Zanîngeha Rojava û xwendekarên wê şermezar kirin û bang li hemû xwendekarên li Rojava kir ku têkoşîna xwe ya ji bo parastina ziman, nasname û hebûna xwe bidomînin.
Li bajarê Dêrikê bi sedan xwendekar ji Navenda Perwerdeyê ya li bajêr meşiyan. Beşdarên meşê pankartên “Zimanê kurdî hebûna me ye” û “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye” hilgirtin.
Dema ku xwendekar gihîştin navenda bazara navendî ya bajêr, li ser navê xwendekarên Dêrikê daxuyaniyek ji hêla xwendekara bi navê Aya Silêman ve hate xwendin. Daxuyaniyê destnîşan kir ku xwendekar hêza şoreşan in û mafên xwe li hember neheqî û zilmê diparêzin.
Di daxuyaniyê de ji hikumeta veguhêz hat xwestin ku tavilê daxwazên xwendekaran bi cih bîne, rêzê li çalakiyên xwendekaran bigire û astengiyan li pêşiya wan dernexe.

