Li Tirkiyeyê biçekbûna şexsî û bûyerên tundiyê yên bi çekê têne kirin zêde dibin. Li gorî daneyên Weqfa Hêviyê li welêt her salê ji sedî 70 ê bûyerên tundiyê û cînayetan bi çekan tê kirin. Piraniya van çekan jî bê destûr hatine rakirin.
Daneyên Wezareta Karên Hundir jî têkildarî zêdebûna çekên bê destûr ên li Tirkiyeyê tabloyeke balkêş datîne holê. Li gorî daxuyaniya wezaretê, di operasyonên sala 2025’an de 50 hezar 216 debance, 35 hezar 724 tiving, 22 hezar û 669 debanceyên bi fîşekên plastîk û hezar û 492 tivingên giran bi giştî 110 hezar 104 çekên bê destûr hatin bidestxistin.
Daneyên Wezareta Karên Hundir ên li ser sê mehên destpêkê jî nîşan da ku rahiştina çekan dewam dike. Li gorî vê yekê di sê mehên destpêkê de 25 hezar 480 çekên bê destûr hatin desteserkirin.
DAXWAZA LI SER RAKIRINA ÇEKÊN BÊ DESTÛR ZÊDE BÛ
Zêdebûna çekên bê destûr fikarên li ser bûyerên tundiyê, biçekbûna şexsî û kuştina bi çekê jî zêde kir. Li Tirkiyeyê ku çetebûyîn di rojevê de ye, baweriya bi saziyên ewlekariyê û asta ewlehiya mirovan bû mijara nîqaşê.
Li gorî lêkolînekê ku Şîrketa Lêkolînê ya ASAL’ê di Tîrmeha 2025’an de kir, li Tirkiyeyê ji her çar kesan kesek dibêje ew ji ti saziyê bawer nake. Di rêza baweriyê de rêxistina Emniyetê bi rêjeya ji sedî 10’an di rêza sêyemîn de ye.
Fikarên ewlekariyê yên mirovan weke ji sedemên sereke tê dîtin ku mirov serî li rêbazên xwe yên parastinê bidin. Her wiha tê gotin, di peydakirina çekan de jî li gel bernameyên peyaman û medya dîjîtal torên firotinê yên rêxistinên sûc jî bi bandor e. Bi taybetî tê gotin ku li ser înternetê bi rêya komên li pişt deriyên girtî bazirganiya çekan tê kirin.
Di rapora Weqfa Hêviyê de ku sala 2025’an weşand, li Tirkiyeyê hejmara çekên bê destûr 30 milyon derbas kiriye. Hêsanîbûna peydakirina çekan û zêdebûna çekên şexsî ne tenê li Tirkiyeyê her wiha li Kurdistanê jî ji aliyê ewlehiya civakî ve pirsgirêkeke girîng e.
Hevseroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Jiyan Tosun diyar kir ku yek ji sedemên bingehîn ên biçekbûna şexsî jinedîtî hatina ketina çekan ji Tirkiyeyê ye û anî ziman ku beşeke çekan ji Rojhilata Navîn û Ewropayê tên. Jiyan Tosun got, “Em qala hejmareke kêm nakin. Di sala 2025’an de qala nêzî 50 milyon çekên bê destûr dikin. Gera hejmareke ewçend mezin a çekan li nava Tirkiyeyê bi rengê bêkontrolî û jinedîtî hatinê dikare bê şîrovekirin. Bi dîtina min di vir de ne tenê meseleyeke ewlehiyê heye, yanî mirov ne tenê ji bo ewlehiya xwe radihêjin çekan. Di vir de bi destê dewletê yan jî medyayê tundî tê asayîkirin.
Ya duyemîn jî peydakirina zarok an jî ciwanan a çekan ku li qada dîjîtal li lîstikên şer temaşe dikin, yek ji sedemên hêsanîkirina peydakirina çekan e. Ji ber ku ev çek jî tenê bi têgihiştina ewlekariyê nayê rakirin.
Li Tirkiyeyê meseleya çekên bi destûr û çekên bê destûr hene. Bêguman çekên bê destûr gelekî zêde ye. Lê belê kontrolkirina çekên bi destûr jî zêde nîne. Yanî kesên ku ev çek ji wan re tê dayin divê ji testên psîkolojîk derbas bibin, ev yek bi rêk û pêk dubare bibe. Lê em dibînin ku ev pîvan ji nedîtî ve tê.
Di 6’ê Mijdarê de Wezareta Karên Hundir ragihand ku wê têkildarî çekên bi destûr sererastkirinek bê kirin. Weke ku tê zanîn, bi taybetî li dibistanan, di êrişên li Mereş û Stenbolê yên li ser dibistanan de çekên malbatan hatibû bikaranîn.”
Jiyan Tosun destnîşan kir ku daxuyaniyên desthilatdariyê yên têkildarî astengkirina peydakirina çekan têrê nake û ragihand ku guhertina li ser çekên bi destûr dibe ku têra çareseriyê neke.
Jiyan Tosun diyar kir ku dewlet jî di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih nîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Divê ev yek neyê jibîrkirin: Li herêmeke ku şerekî gelekî cidî lê diqewime, em qala cografyayekê dikin ku di nava şer de ye. Li kêleka me şerê Sûriyeyê heye ku zêdeyî 10 salan dewam dike. Niha şerê Ûkraynayê heye. Van şeran û atmosfera hate afirandin dibe sedem ku mirov bêhtir berê xwe bidin tundiyê yan jî tundiyê asayî bikin. Rêbaza destpêkê ya bê bikaranîn ew e ku divê dewlet dest ji wî zimanê xwe berde ku tundiyê rewa dike.”
‘DEWLET ZIMANÊ TUNDIYÊ BI KAR TÎNE’
Jiyan Tosun got, “Ji bo tundî ji holê rabe divê dewlet dev ji wî zimanî berde ku tundiyê teşwîq dike. Di lîstikên li platformên dîjîtal de bêkontrolî heye û lîstik hene ku pesnê tundiyê dide. Ciwan bi taybetî jî zarok li van platforman ji aliyê fikrî ve ziyanê dibînin ku têgihiştina tundiyê lê tê asayîkirin.
Li aliyê din zimanekî tundiyê yê dewletê bi xwe heye. Eger hûn pesnê êşkenceyê bidin, rewa bikin, hingî hûn ê welatiyan teşwîqî tundiyê bikin, tundiyê asayî bikin.”

