AMED: Di civîna çapemeniyê de ya li avahiya baroyê hate lidarxistin Seroka Navenda Mafên Zarokan Nursel Sarioglu axivî û bi bîr xist ku Peymana li ser Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî li dewletan ferz dike ku jiyana zarokan, pêşketin û rûmeta wan biparêzin û ewle bikin.
Di daxuyaniyê de hate xwestin ku mafê perwerde û jiyanê yê zarokan ê bi zimanê dayikê bê misogerkirin, Tirkiye şerhê daniye ser peymanê rake û bike ku zarok karibin bi rengekî wekhev sûdê ji xizmetên cemaweriyê werbigirin. Her wiha li hemberî xebitandina zarokan a weke hêza kar a erzan a bi rêya Navendên Perwerdeya Pîşeyî û karkeriya zarokan, kontroleke xurt bê kirin.
Di daxuyaniyê de işaret bi xizaniya zarokan hate kirin û hate gotin, divê li dibistanan xwarin bi rêk û pêk, bi tenduristî û bêpere ji her zarokî re bê dayin. Di sîstema edaleta zarokan de jî hate xwestin ku li şûna cezakirinê pîvanên rehabîlîtasyonê û tevlîkirina li nava civakê esas bêne girtin.
Nursel Sarioglu anî ziman ku li dijî xemsarî û îstîsmarkirina zarokan, li hemberî tundî û xizaniyê wê ji bo jiyaneke zarokan a li nava mercên wekhev têkoşîna xwe ya li ser bingeha maf dewam bikin.
RIHA: Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê li ser rewşa zarokên ku li binpêkirina mafên mirovan rast tên û di nava şer de têkoşîna jiyanê dimeşînin pêşangeheke wêneyan vekir. Daxuyanî jî ji aliyê Serokê Navendê Halil Delîl Beyaztaş ve hate kirin.
EDENE: Şaxê Edeneyê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên zarokan a navbera Mijdara 2025 û Mijdara 2026’an eşkere kir. Di raporê de cih ji rewşa zêdeyî 18 hezar xwendekarî re hate dayin. Her wiha işaret bi karkeriya zarokan, karkeriya çandiniya demsalî, tundî, sûcên zayendî û êrişên çekdarî hate kirin. ÎHD’ê xwest li hemberî xizaniya zarokan têkoşîn bê meşandin, perwerdeyeke bi kalîte û bêpere bê dayin û qadên jiyanê yên ewle bêne avakirin.
HATAY: Şaxê Skenderûnê ya ÎHD’ê ji bo bidawîkirina kiryarên MESEM’ê, astengkirina xebitandina zarokan, parastina mafên stargeh, tenduristî û perwerdeya zarokan bang kir. Di daxuyaniyê de her wiha hatea xwestin ku mafên aştî, nasname û zimanê dayikê bêne ewlekirin û Tirkiye şerhên daniye ser Peymana Mafên Zarokan rake.
MERSÎN: Şaxê Mersînê yê ÎHD’ê li Parka Zarokan daxuyanî da û got, civakeke welê pêkan e ku zarok lê nayên xebitandin, li xizaniyê nayên mehkûmkirin, ji perwerdeyê bêpar nayên hiştin û li tundiyê rast nayên. Di daxuyaniyê de hate gotin, pergalek ku mafên zarokan nas nake nikare edaletê bi xwe re bîne.

