Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li jinê li Amedê navê jinên hatin qetilkirin bi dareke li parkê ve hate daliqandin. Bi vî rengî xwedî li bîranîna jinan hate derketin.
Sekreterya Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Rojda Çeçen diyar kir ku jinedîtîhatin parçeyek ji tundiyê ye û got, têkoşîna li hemberî kuştina jinan berpirsyariyeke hevpar e. Rojda Çeçen bi bîr xist ku li Sumerparkê beriya bi demeke nêz 2 jin hatin kuştin û got, navên bi darê ve hatin daliqandin tenê nav nîne.
Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinê Ozden Gurbuz Sumer jî anî ziman ku ev kar li gel Meclîsa Jinan bi rengekî kolektîf hate meşandin.
Ozden Gurbuz Sumer destnîşan kir ku bîranîn wê tevkariyê li têkoşîna jiyaneke bêyî tundî, jiyaneke azad û wekhev bike.

