Endamên Platforma Jinan a Edeneyê xwestin bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga tevlîbûnê ji bo meşa 25’ê Mijdarê bikin. Polîsan êrîşî daxuyaniya li Parka Zarokan a Gazîpaşayê kirin. Di dema êrîşê de 9 jin hatin binçavkirin.
Polîsan parkê dorpêç kirin û qedexeya çalakiyan ku ji aliyê Walitiya Edeneyê ve li seranserê bajêr ji 19’ê Mijdarê saet 08:00’an heta 21’ê Mijdarê saet 23:59 an hatiye ragihandin, wekî hincet nîşan da.
Polîsên Tirk êrîşî jinên ku bi vekirina pankartan dirûşme berzkirin, kirin û 9 jin binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Ewlehiya Edeneyê.

