Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek weşand.
Fermandariya HPJ’ê daxuyaniya xwe ya niviskî de bal kişand êrîşên li beramberi jinê û diyar kir ku pergala dewleta ku li ser înkar û îmhakirina jinê pêş ketiye, 30 hezar sale bi zihniyeta mêrsalarî her kêliya jiyanê zivirandiye jenosîda jinê û anî ziman ku jina ku ziman, çand, parastin û perwerde afirandiye aniye asta bê ziman û bê parastinê.
HPJ’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku pergala moderniteya kapîtalîst pergalek mêrsalarî ye û got, “Dii vê pergalê de jin yekem zayenda ku ji bo berjewendî û sermaya pergalê tê bikaranîn. Di rastiya xistina jinê de civak û her ferdê civakê tê xistin û teslîmgirtin. Her cûre tundiya li ser jinê tê meşandin bi pergalek zirav û bîrdoziyek dijî civakê tê rêvebirin. Sêdar, cihê kar û malbata ku bi destê mêr hatiye pîrozkirin de tacîz, destdirêjî û qetilkirina jinan gihiştiye asta qirkirina cînsê.”
‘QETILKIRINA JINÊ QETILKIRINA CIVAKÊ YE’
Fermandariya HPJ’ê diyar kir ku sedsala 21’emîn bi pêlên şoreşa azadiya jinan pêşwazi dikin û wiha berdewam kir: “Îro li cihên ku herî zêde jin bi şêwazê sistematik tên teslimgirtin û bê nasname hiştin, tirêjên şoreşa jinan bilind dibe. Di şoreşa pêşengtiya jinên Rojhilatê Kurdistanê ya li diji sêdarê, qetilkirin, girtin û êrîşên beramberî bedena jinê bû Îlhama jinên cihanê. Êrîşa herî mezin a li ser jinê tê kirin tundiya li ser îrade û fikrê jinê ye. Qetilkirin û bê iradekirina jinê, qetilkirin û bê îradekirina civakê ye.”
‘JIN BÛYE XWEDÎ ÎRADEYA AZAD Û XWEPARASTINA CEWHERÎ’
HPJ’ê wiha domand: “Li hember sêdarê, girtin û tundiyên ku li zindanên rejîma mêrsalar a Îranê ve tê kirin, pêwîste jin li ser manîfestoya aştî û civaka demokratîk û li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe bi rêxistin bike, perwerde bike û bi hevgirtina jinan re dikarin parastina îrade û nasnameya civakê re bibin bersiv. Jina ku xwe bi rêxistinkirina jinê re kiriye yek, jina bûye xwedî îradeya azad û hêza parastina cewherî.”
‘KOMUNÊN XWE YÊN AZAD AVA BIKIN’
Fermandariya HPJ’ê di dawiya daxuyaniyê de ev tişt parve kir: “Em wek Hêza Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) ne tenê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo hemû jinên Îranê û Rojhilata Navîn li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ji bo bigihêjin azadiya jinê û îradeya azad a jinê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di şexsê jinên Rojhilatê Kurdistanê de hemû jinên ciihanê li ser esasê îrade, fikir û jiyana azad, komûnên xwe yê azad ava bikin û bibin hêza parastina xwe û ya civakê.”

