Bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) meşek girseyî hat lidarxistin. Piştî kombûna girseya xelkê Mexmûrê li ber Saziya Komîteya Malbatên Şehîdan meşa girseyî destpê kir
Di meşê de alên KJK, Meclîsa Îştar, posterên Rêber Apo û şehîdên jin yên pêşeng li gel pankart û dovîzan hatin bilindkirin. Meşa girseyî ya jin û xelkê wargehê heya Parka Şehîd Aryen dewam kir.
Piştî rêzgirtina ji bo di kesayeta Xwişkên Mîrabel û hemû şehîdên jin yên di ber azadî û bi destxistina mafên jinan de canê xwe feda kirine, ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Leyla Arzu Îlhan ve daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de Leyla Arzu Îlhan wiha got: “Di serîde em di şexsê her sê Xwişkên Mîrabel, Sakîna Cansiz, Arîn Mîrkan û hemû jinên ji bo azdiya gelan, jibo azadiya jinan û jibo azadiya hemû mirovahiyê Têkoşîndanê, li Berxwedane û Şehîd ketine em hemûyan bibîrtînin, bejna xwe li hember wan di tewînin û soza bilindkirina Têkoşîna wan didin.”
Her wisa da zanîn ku ew dizanin di roja me ya îro de tundiya li ser jin ne tenê li ser jinê tê kirin û got; “Di dîrokê de cara yekemîn hêzên desthilatdar ji bo kû hişmendiya Kujerê Kastîk xwe serwer bike bi dûrxistina jinê ya ji hilberînê, bi dûrxistina ji politikayê û bi dûrxistina jinê ya ji rêxistinbûnê xwestin xwe bidin avakirin û destshilatdariya xwe bidin meşandin.”
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Leyla Arzu Îlhan di dawiyê de wiha axivî; “Roja 25’ê Mijdarê ji bo me roja Têkoşîna li hemberî hemû cûrên tundiyê yên ku li ser pêkhateyên civakî û jiyanî pêk tê. Ji bo vê yekê em hemû jinan vedixwînin di her kêliyekê jiyanê de, li her kolanê û li her cihî dengê têkoşînê bilind bikin, hêza têkoşînê bilind bikin, em bikarin dikdatorî û desthilatdariyê têk bibin û azadiyê mîsoger bikin. Azadiya me jinan bi azadiya Rêber Apo re mîsoger dibe, ji ber mîmarê azadiyê Rêber Apo û em weke jinên Mexmûrê bang li hemû hêzan dikin azadiya Rêber Apo azadiya me jinane û azadiya hemû civakane.”
Bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Biji Serok Apo” çalakî bidawî bû.

