Strana “Dayê dayê wextê ceng e” yek ji stranên destanî û bedew e ku ji aliyê hunermend Riza Seqqayî ve hatiye gotin. Di nava gelê Kurd de, her wiha li nava piraniya gelên herêmê tê naskirin û lê tê guhdarîkirin.
Ji ber ku straneke destanî ye û îro jî heman hestê vedibêje. Lewre Komîteya Çand û Hunerê ya Bêstûn vê carê ev stran li ser çiyayên bilind ên Rojhilatê Kurdistanê got û klîba wê amade kir û weşand.