Abrurrahîm Yilmaz di sala 1993’yan de ji aliyê mekanîzmaya edaletê ya neqanûnî; Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ve bi hinceta ‘têkbirina yekîtî û aramiya dewletê’ cezayê muebetê li wî hatibû birîn.
Abdrurrahîm Yilmaz piştî 31 salên girtîgehê ji, Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê li pêşiya girtîgehê ji aliyê malbat û rêveberên Komeleya Alîkariya Girtî û Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE TUHAYDER) ve hate pêşwazîkirin.
Abdurrahîm Yilmaz li pêşiya girtîgehê axivî û ev yek anîn ziman: “Ez hatim tehliyekirin lê belê min hevalên xwe li pey xwe hiştin, ev yek min xemgîn dike. Lê belê tevî her tiştî ez piştî 31 salan bi serbilindî li cem malbat û gelê xwe me. Gelek silavên hevalên li girtîgehê hebûn.’’