În, 21 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogûllari serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 2 girtiyên ku 30 sal in girti ne, hatin taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanîreşê civîna gel: Rêbertî çav û guhê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Çermê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên li Amedê wê li dijî polîtîkayên ku ciwanan hedef digre, têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê vejîna neteweyekê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahiya gelan e’
Rojava

‘Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahiya gelan e’

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyê Menan Cafer, behsa pêngava azadiyê û komploya 9’ê Cotmehê kir û got, “Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya tevahiya gelên li Rojhilata Navîn.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berdevkê Însiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Menan Cefer, têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku salek li du xwe hişt ji ANF`ê re axivî.

 

‘PIRSGIRÊKA KURD BÛ PIRSGIRÊKEKE CÎHANÎ’

Cafer, diyar kir ku pêngav gihîşt armancên gelekî mezin û wiha got, “Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî dengek xurt li cîhanî veda. Gelek sazî û rêxistin, gelek kesayetên pêşverû, demokrat, akademîsyen, siyasetmedar, şîrovekar û fîlozof bersiva vê pêngavê dan û bi çalakiyan dewleta Tirk şermezarkirin. Tenê li Birîtaniyayê serokê sandîkaya karkeran milyonek kes daketin kolana û dewleta Tirk û kiryarên wê yên dermirovî şermezar kirin. Her wiha li Fransa, Îtalya, Yuwnanê û gelek dewletên Ewropa û Emrîka tevlî vê însiyatîfê bûn. Salek li ser vê pêngava azadiyê re derbas bû, lê mirov dikare bîne ziman ku êdî pirsgirêka Kurdî bûye pirsgirêkeke cîhanî û navnetewî ku bi rastî hêzên demokrat û şoreşger yên behsa mirovahiyê û azadiyê dikin, piştgirî û palpiştiya xwe didin vê însiyatîfê. Felsefeya Rêber Apo ji xwe ra kirine rêya rizgarkirina mirovahiyê.

Ev tê wê wateyê ku piştî hilweşandina sosyalîzma avakirî tu kesî pêşengî ji bo gelê bindest û ji bo gelê azadîxwaz yê ku dixwazin şoreşên civakî bi şêwazên siyasî bi dest bixin an jî pêk bînin li cîhanê nema. Ji ber kapîtalîzm û hêzên hegemon û desthilatdarî bi hemû şêwazên teknolojiya nûjen mejiyê mirovan xwar in. Têknolojî êdî gihîştiye astekê ku mirovan pê dikujin. Mînak li Lubnanê berbiçave. Bi sedan bi hezaran navend çêkirine ku meylên mirovan û civakê nas bikin û li gorî wê jî bersivê didin.”

‘EM PIŞTGIRIYA GELÊ AMAZÎXAYÊ SILAV DIKIN’

Cafer, berxwedana gelê Amazîxî silav kir ku tevlî pêngavê bûne û wiha got, “69 kesên ku xelata Nobelê standine nameyek ji sekreterê YN`yê û civîna wezîrê derve yên Ewropa re şandin. Li ser vê yekê neçar man li hev bicivin. Însiyatîfê bi helwest û çalakiyên xwe zextek mezin li ser wan çêkir. Beriya ku Rêber Apo bê dîlgirtin gotibû, ev sîstem wê hilweşe. Îro em dibînin bi rastî jî li hemberî heqîqeta jiyanê sîstema heyî yek bi yek hildiweşe.”

Cefer, anî ziman ku Rêber Apo kilîta çareseriya Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye û wiha pêde çû, “Rêber Apo mijara ekolojî derxistiye ronahiyê, mijara çareserkirina bindestiya jinê û çawa azad bibe derxistiye holê. Em îro dibînin tevgera jin li hemû cîhanê dirûşmeya Rêber Apo berz dikin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatî Kurdistanê û Îranê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hat berzkirin û li tevahî cîhanê jî belav bû. Ji ber wê îro her kesê ku qala maf û edaletê dike li dora vê pêngava azadiyê bûne yek.”

Cafer, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya parêznameyên xwe hemû tişt anî ziman û rastiya veşartî ji nûve nivîsandiye û wiha domand, “Vaye bi sedan fîlozof felsefeya Rêber Apo dixwînin û li nava tevahî civakan tê şirovekirin. Tê de qala mijara dewletê û avakirina Sumera û avakirina çîn û tebeqan dike. Pêwîste ev çînatî ji hole rabe û ji komînan pergal destpê bike. Demokrasiya ku niha dewlet qala wê dikin ne demokrasiyek ku xizmeta civakê bike ye, her tişt berovajî kirine û li gorî berjewendiya xwe bikar tînin. Mînak dewleta Tirk jî dibêje ez demokrat im. Dema ku Rêber Apo mafê siyasî xwestî, rûyê wan yê rast derket. Yên weke Brîtanya û Emrîka, Yuwnan û Rûsiya ketin erdê.”

Menan Cefer, anî ziman ku Rojava bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike û wiha got, “Dema ku em dibêjin ‘Bê Serok jiyan nabe’ ev dirûşme gelek kes bi şêwazekî klasîkî digrine dest. Na berovajî wê em bi şêwazekîrasteqîn û pratîkî digrin dest. Ji ber ku xwendina parêznameya Rêber Apo dikare rastiyê derxîne holê. Hemû hêzên emperyalîzm û bi taybet jî dewleta Tirk hewl didin rastiya xwe veşêrên. Bi deh hezaran zanyarên wan di nava xebatê de ne, da ku rastiyê binixumînin. Bi hişê ciwana û bi hişê hêza ku civakê bi rêve dibe, dilîzin. Kesayeta mirovan di sîstama kapîtalîzmê de tenê dibêje tu eleqa min bi tiştekî tune, ev jî armanca kapîtalîzmê ye û bi vê rengî jî civakê bilerizîne.”

‘EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MISOGER BIKIN’

Cefer têkildarî şert û mercên li Îmraliyê jî ev tişt anîn ziman, “Şert û mercên herî dijwar li ser Rêber Apo pêk tînin. Nelson Mandêla jî ku bi salan hatibû girtin jî, lê mafê wî yê hevdîtina bi parêzeran re, ne hat birîn. Lê yê Rêber Apo berovajî wê ev bû 43 meh in Rêber Apo di bin goşegiriyekê de ye. Hem êrîşeke li ser raman heye û hem jî di aliyê fîzîkî de. Lê em ê li dijî vê pergalê her rabin ser piyan û em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Hêza me heye û em ê bi wê hêza xwe jî azadiya fîzîkiya Rêber Apo misoger bikin.”

‘KURD JI TEVAHÎ CÎHANÊ RE BÛ PÊŞENG’

Cafer, da zanîn ku di komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî de dora 36 dewletên kapîtalîst cihê xwe girtine û got, “Ji ramanên Rêber Apo tirsiyan û ew piştî dîlgirtinê radestî dewleta Tirk hat kirin. Komplo berdewam dike ew jî bi rêya sîstema êşkenceyê û astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê ye. Komîteyên ku ji derve tên dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin, lê dewleta Tirk bûye kelem li pêşiya wê. Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatî Sûriyê li hemberî pênc hêzên serdest li ber xwe dide. Dewleta Tirk di sala borî de tevahî jêderên jiyanê bombebaran kirin û bi milyaran ziyan gihandin gelê me. Mirov dikare bêje komplo li ser tevahî Rojhilata Navîn berdewame. Lê Rêber Apo bi sekna xwe komplo têk bir û pûç kir.

Cefer, di dawiyê de got, “Pêngava me gihîşt armanca xwe û li 74 navendan û her wiha jî li hemû cîhanê jî tevahî kesên demokrat serî hildan. Civaka azadîxwaz zextê li CPT dike û ev yek jî plana dewleta Tirk a dagirker û piştevanê wê derdixîne holê. Divê em jî hemû dem û hêza xwe ji bo vê têkoşînê seferber bikin. Divê tevahî cîhan û gelê azadîxwaz êdî li hemberî vê sîstemê rabin. Em ê li dijî vê sîstemê serî hildin. Vaye ev sîstem li her çar parçeyan hildiweşin. Dawî li wan tê û ew jî bi fikra Rêber Apo ye û em ê jî bi wê fikrê bi serbikevin. Di çarçoveya pêngava azadiyê de em ê kampanyayên nû bidin destpêkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HELEB

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêxistina Stêrk: Divê mafê zarokan were parastin
Nûçeya Pişt re Meclîsa Olî ya Kantona Firatê komplo protesto kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara 252’yan a kovara Stêrka Ciwan derket

Kovara Stêrka Ciwan ku her meh naverokên nû dihilberîne, vê mehê bi şîara ‘Şehîd Talîmata…

Ji aliyê Stêrk TV

HRW: Divê ji fermandarên berpirsiyarê hovîtiya li dijî Elewiyan hesab bê pirsîn

Human Rights Watch (HRW) di raporeke hevpar de der barê komkujî û binpêkirinên ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroza yên ji ciwantî destpê kirin û wê bi ciwantî biqedînin: Amed

Di Newroza Amedê ya 2024’an de gel dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Mazlûm Ebdî: QSD di entegrasyona saziyên leşkerî û îdarî de derbasî qonaxeke nû bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Mistefa Îbrahîm li Hesekê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Rohenda Cisûr bi merasîmekê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyên 9 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Kobanê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?