ENQERE: Înisiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di çalakiya 621’an de li caddeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak ku li Girtîgeha Bakirkoyê ragirtiye.
STENBOL: Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê li Beyoglûyê li ber avahiya komelyê çalakiya “Rûniştina F” a 749’an lidar xist. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Şirîn Çelîk (70) ku 28’ê Tîrmehê ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Xarpêtê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê hate kirin.

