Trump di daxuyaniya xwe ya ewil wiha axivî: “Serdema zêrîn a Emerîkayê dest pê dike”, “Xwedê ez xilas kirim da ku ez Emerîkayê careke din mezin bikim” û “Paşdeçûna Emerîkayê bi dawî bû”.
Donald Trump her wiha vekişîna ji peymana avhewayê ya Parisê jî tê de da ku 78 kiryarên Joe Biden betal bike çend biryarname îmze kirin.
JI PEYMANA AVHEWAYÊ VEKIŞIYA
Trump ê ku wek şikbirê avhewayê tê nasîn , roja ewil a desthilatdariya xwe ji biryarnameya ku vekilşna ji Peymana Parisê pêşkêş dike îmze kir û li ser vê mijarê ji Neteweyên Yekbûyî re nameyek şand. Ev vekişîna têra xwe sembolîk dê di nav salekê de bikeve meriyetê. Vekişîna ji Peymana Parisê bergiriyên kûrewî yên ji bo astengkirina guherîna avhewayê cistin talûkeyê.
DERSÎNORKIRINÊN GIRSEYÎ
Donald Trump êrîşên xwe yên li dijî koçberan ku soza derxistina wan dabû hêdî hêdî xuya dibin. Serokê nû yê Emerîkayê li ser sînorê Meksîkayê rewşa awarte diyar kir û fermana çavdêrîkirina sînorî daye artêşa Emerîkayê. Bi vî awayî dê êrîşî mafê penaberiyê û axê bike.
Trump diyar kir ku ew ê bi rewşa awarte re, “ketinên derqanûnî rawestînin û da ku bi mîlyonan biyaniyên sûcdar vegerin cihê ku jê hatine em ê wan dersînor bikin.” Trump ê ku koçberî kiribû propagandaya herî giring a kampanya xwe wiha got: “Ez ê leşkeran bişînim ser sînorê başûr da ku vê talana li ser welatê me bişkênim.”
DAWÎLÊANÎNA CEZAYÊN LI DIJÎ ÎSRAÎLIYÊN XWECIH
Li gor daxuyaniya Qesra Spî Donald Trump cezayê ku Joe Biden bi îdîaya ku êşkence li Filistîniyên li Şerîaya Rojavayê kirine, dayî Îsraîliyên xwecih bi biryarnameyekê betal kir. Îsraîl ji 1967’an û vir ve Şerîaya Rojavayê dagir dike û di Cotmeha 2023’yan de li Xezeyê di navbera Îraîl û Hamasê de şerekî ku bû sedema kuştina bi deh hezaran kesî rû da.
LI SER ASTA FEDERALIYÊ VEGERA DARVEKIRINÊ
Li gor New York Times û Washington Postê, di nav gelek biryarnameyên ku serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îmze kirine de biryarnameyeke ku cezayê darvekirinê dê li ser asta federaliyê vegerîne heye.
Wezareta Dadgeriyê hat wezîfedarkirin ku dema ku sûcên mezin hatin kirin, rayedarekê federaliyê hat kuştin an jî heger kesê ku tê sûcdarkirin li DYA’yê bi awayekî derhiqûqî dimîne, daxwaza cezayê darvekirinê bide.
BIDESTXISTINA KONTROLA GRONLANDÊ
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump got ku Danîmarka dê dawiya dawî dev ji axa xwe ya xweser a Gronlandê berde.
Trump li Qesra Spî daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: “Gronland cihekî gelek xweş e, ji bo ewlehiya navneteweyî pêdiviya me bi wê heye. Ez bawer im ku Danîmarka dê bi erênî nêzîkî li fikra dayîna vê herêmê ji bo DYE’yê. Herêm li ser Danîmarkayê bareke giran a aborî çêdike.”
KUBA CAREKE DIN DI LÎSTEYA REŞ DE YE
Trump biryara Biden a ku wek parçeyekî ji peymana serbestberdana girtiyên siyasî, derxistina Kubayê ji lîsteya reş a dewletên ku piştgiriya terorê dikin, betal kir û Kuba ji nû ve xiste lîsteyê. Kubayê ev biryar wekî “pozbilindî û biçûkdîtina rastiyê” bi nav kir.
BAC LI SER BERHEMÊN KANADA Û MEKSÎKAYÊ
Trump diyar kir ku ew plan dike ku ji 1’ê Sibatê ve ji sedî 25 baca gumrukê li ser berhemên ku ji Kanada û Meksîkayê tên bisepîne.
JI RÊXISTINA TENDURITISTIYÊ YA CÎHANÊ VEKIŞIYA
Biryarnameya ku vekişîna DYE’yê ya ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) pêşkêş dike jî hat îmzekirin. Trump dema ku biyarname îmze kir, got “Tevkariya DYE’yê ya ji bo rêxistina navneteweyî ji ya Çînê pirtir e” û got “WHO’yê em xapandin.”
XEBATKARÊN FEDEARLIYÊ ÊDÎ DÊ LI MALÊ NEXEBITIN
Donald Trump her weha du biryarneyên ku ku ji wan dawî li karkirina xebatkarên federaliyê ya li malê tîne û ya din jî nahêle ku hikûmet “azadiya ramanî sansur bike” îmze kirin.
JI BO TRUMP TAYÎNKIRINA KARMENDÊN DILSOZ
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump roja Sêşemê serê sibê çar karmendên payebilind ên ji hêla hikûmeta berî ve hatibûn wezîfedarkirin ji kar dûr xistin û got dibe ku “zêdetirî hezar kes” din jî ji wezîfeyê werin xistin.
Trump li ser platforma Trusê di daxuyaniya xwe ya yekem de wiha got: “Nivîsgeha min a Xebatkarên Serokatiyê, ji hizarî zêdetir karmendên ku ne li gor vîzyona me ya careke din mezinkirina DYE’yê ne, tespît dike û wan ji holê radike.”