Tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê bi dirûşmeya “Bi jin, jiyan, azadî xwe biparêzin” çalakî û çalakiyan lidar dixin.
DÊRAZOR
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê bi beşdariya bi dehan jinan semînerek li ser sedemên belavbûna tundiyê, cûreyên wê û rêbazên bidawîkirina wê da.
Endama kombûnê Sefa El Ehmed a semîner bi rêve bir diyar kir ku tundiya li ser jinan pirsgirêkeke xetere ye û got: “Li cîhanê qanûnên cidî yên parastina jinan nin in. Lê gelek qanûn hene ku jinan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêlin. Ev jî dibe sedema aloziyeke rasteqîn. Li hemberî tevahî cûreyên tundiyê divê têkoşînê di asteke mezintir de bê kirin.”
Kombûna Jinan a Zenûbiya bi heman armancê civîneke berfireh li hola Meclisa Herêma Rojava ya li bajarê Kisra ya kantona Dêrazorê li dar xist.
HESEKÊ
Bi heman armancê, Koordînasyona Malên Jinan ên bajarê Hesekê semînerek bi sernavê “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze” da. Semîner bi amadebûna bi dehan jin û mêran li hola PYDˈê ya li bajarê Hesekê hate dayîn.
Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Ala Henteş sedemên tundiya li ser jinan, cûreyên wê û rêbazên rêgirtina li ber tundiyê û awayên parastina mafê jinan vegot.
Berdevaka Malên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa jî diyar kir ku zihniyeta baviksalar û pergalên hegemonîk sedema tundiya domdar a li ser jinan e.
Rîma Îsa îşaret bi vê yekê kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinan şoreşa azadî û bidestxistina mafên xwe li dar xistine.
DIRBÊSIYÊ
Rêxistina Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê jî civîneke berfireh bi boneya 25ˈê Mijdarê li dar xist. Civîn bi amadebûna bi dehan kesî li hola Navenda Çand û Hunerê ya li bajêr hat lidarxistin.
Di civînê de bîlançoya dema dawî ya tundiya li ser jinan û qetilkirina wan hat nîşandan. Her wiha nameya şehîda fedaî Asya Elî hat xwendin.
Piştre rêvebera rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê Sara Elî bang li hemberî jinan kir ku li dijî tundiyê û ji bo avakirina civakeke exlaq û polîtîk têkoşînê mezin bikin. Sara Elî pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin wekî berdewama komployan li ser gelê Kurd nirxand.
ŞEDADÊ
Li bajarê Şedadê ya kantona Cizîrê jî dewreya perwerdeyê ya ji aliyê Kongra Star ve ji mêran re hatiye vekirin di roja duyemîn de dewam dike. 110 mêr ên ku di saziyên civaka sivîl de kar dikin li ser qanûna malbatê, zayendperestî û hevjiyana azad perwerdeyê dibînin.
HOL
Meclisa Jinan a PYDˈê bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û şêniyan civînek li bajarê Holê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di civînê de hevseroka Nivîsgeha PYDˈê ya Holê Îqbal Ebdo axivî û tundiya li ser jinan û cûreyên wê şîrove kirin. Rêvebera Komîteya Têkiliyan a PYDˈê ya kantona Cizîrê Menal Mihemed jî bal kişand ser rola jinan di civakê de, astengiyên li pêşiya wan û diyar kir ku azadiya civakê bi azadiya jinan dest pê dike.