Bi hezaran şêniyên kantona Firatê cenazeyê şehîdê QSDˈê Kawa Hebşo bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê veşartin.
Di merasîmê de şervanên QSDˈê Mehmûd Ebdo, Ferhad Ebdo û Bekrî Ebdo yên ku 2ˈyê Kanûnê de di bersivdayîna êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina taxa Şêxmeqsûdê de şehîd bibûn, hatin bibîranîn.
Di merasîmê de endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl got: “Komên çete hewl didin bi hêza derve êrişî gelê me bikin. Bila bizanin ku gel rêya berxwedanê hilbijartiye. Bila ji DAÎŞ’ê dersan bigirin. DAÎŞ bi saya hevgirtina gelan hat têkbirin. Em îro ji berê xurtir in û ji tu aliyan natirsin. Em bang li hemû aliyan dikin ku ji îradeya gel re rêzê bigirin.”
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mehmûd Dêmo diyar kir ku krîzên li herêmê ji aliyê dewletên hegemonîk ve tên çêkirin û çareserî jî pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e.
Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Kawo Hebşo li Kobanê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Kawo Hebşo li Kobanê bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîmê de şehîdên Helebê Mehmûd Ebdo, Ferhad Ebdo û Bekrî Ebdo hatin bibîranîn.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike