Yek ji lehengên ku têkoşîna vejînê ya gelê Kurd bi wate kir Welat Şehmûs Kaya (Hebûn) bû. Hebûn bi dilsozî, bawerî, têkoşîn, berxwedan û jiyana xwe ya dilsozê soza xwe di dilê gelê Amedê de bû sembol.
Jiyana esîl a Hebûn sala 1965’an li gundê Alîpinar ê navçeya Baglar a Amedê destpê kir. Li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku rewşa wan a aboriyê baş bû. Malbata Hebûn li Amedê malbateke naskirî bû. Bavê wî Şevket Kaya salên 1970’î endamê Meclîsa Şaredariyê, di salên 1980’î de jî serokatî ji Odeya Zîreetê re kir. Malbata welatparêz zarokên xwe bi nirxên neteweyî mezin kir. Hebûn hîn di zarokatiyê de bi helwesta xwe ya têgihiştî li derdorê dihate hezkirin. Ahengiya wî ya bi hevalên xwe re, diyaloga bi her kesî re kir ku bibe mirovekî rêxistinkirî.
ZÛ LI DERDORÊ PIRSÎ
Di temenekî gelekî ciwan de li derdorê pirsî, hay ji xwe çêbû û hewl da nasnameya welatparêziyê fêhm bike. Bi vê yekê re dest bi lêkolînkirina Tevgerên Çep Şoreşger ên Tirkiyeyê kir. Hîn biçûkanî hewl da hin tiştan fêhm bike. Artêşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) û pêşengê wê Denîz Gezmîş lêkolîn kir û bala xwe çû ser wan. Hîn bû ku Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan di darbeya 12’ê Adara 1970’î de hatin girtin û hatin zindanîkirin. Piştî ku demekê lêkolîn kir tevlî nava nîqaşên têkildarî rastgirî û çepgiriyê bû. Ji her kesê ku li ser vê mijarê diyalog danî pirsî, nîqaş kir. Piştî demekê Hebûn di nava malbatê de bû xwedî têgihiştineke girîng.
TÊKOŞÎNA WÎ YA DESTPÊKÊ JI BO NAVÊ XWE YE
Agahiya li ser darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ji aliyê kekê wî ve ji Hebûn û dayika wî re hate ragihandin. Hebûn û dayika wî ji ber vê agahiya nebaş giriyan. Hebûn piştî vê yekê kete nava lêgerînan û xwest, doza Kurdîtiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Di 11 saliya xwe de bavê wî ew li nifûsê qeyd kir. Di dema qeydkirinê de Hebûn bi israr xwest navê xwe bike Welat. Tekoşîna xwe ya destpêkê bi vî rengî da û xwest gav bi gav tevlî nava têkoşîna neteweyî û civakî bibe. Welat ku malbata wî xwest bike navê wî ji aliyê Daîreya Nifûsê ve bi gotina ‘navê qedexe ye’ nehate qebûlkirin, ji ber vê jî heta ku dibistana seretayî biqedîne nasnameyeke wî nebû. Dema ku dibistan qedand neçar mabû ku ji bo dîplomayê nasnameyê werbigire. Bavê wî careke din bi Hebûn re berê xwe da Daîreya Nifûsê. Bavê wî ji karmendê nifûsê re got, ‘Temam me dest ji navê welat berda, navê wî weke Şehmûs binivîsîne, em nasnameyê werbigirin’. Lê belê Hebûn li ber rabû û got, ‘Navê min wê Welat be, naxwe naçim dibistanê’. Karmend israra Hebûn dît û got, “Temam wê demê bila herdu be’ û bi vî rengî navê ‘Welat Şehmûs’ hate qeydkirin.
HER KU MEZIN BÛ HEZKIRINA JI WELÊT Û GEL JÎ PÊ RE MEZIN BÛ
Hebûn her ku mezin bû hezkirina welêt û gel jî pê re mezin bû. Li Amedê êdî kes nema bû ku ew nas nedikir. Di sala 1978’an de Hebûn êdî 13 salî bû. Dema ku navê Apoyiyan bihîst yekser dest bi lêkolînê kir. Hebûn bi vî rengî mîna ku tiştekî nû keşif bike bi kelecaneke mezin bû. Ji bo armanca tevgera Apoyî hîn baştir fêhm bike û bibe xwedî hişmendiya Kurdîtiyê beşdarî nava çalakiyên çand û hunerê yên Kurdî bû. Li vê derê dîrok, çand û folklora Kurdan lêkolîn kir. Piştî demekê li vê komeleya çandê dest bi mamostetiyê kir. Li kampusa Fakulteya Perwerdeyê ya Amedê bedaşrî çalakiyeke rêxistinên Kurd û şoreşger ên din bû. Polîsan bi tundî dest lê werdan û Hebûn jî di nav de gelek xwendekar binçav kirin. Polîsan dema ku nasnameya ‘Welat’ a li ser Hebûn dîtin, êşkence lê kirin. Hebûn tenê ji ber navê xwe nehat berdan. Heta ku bavê wî hin nas xist dewrê. Hebûn piştî ku hate berdan rastiya dijmin êdî hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Lewma biryar da têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û azadiyê hîn çalak bimeşîne.
DEMA BÛ 15 SALÎ, CÛNTAYÊ DARBE KIR
Di demeke bi vî rengî de ku tovên destpêkê yên fikrê neteweyî hatin çandin û çirûskên têkoşîna rizgariya neteweyî li çar aliyan belav bû, Hebûn kete bin bandora vê pêşketinê. Hebûn dema ku 15 salî bû şahidî ji darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î re kir. Girtin, êşkence, komkujî û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li welêt hatin kirin, mîna ewrekî reş bi ser gelê Kurd û Kurdistanê ve hat. Bi taybetî malbatên welatparêz ên li Amedê para xwe ji van kiryarên faşîst wergirt. Malbata Hebûn jî hate girtin û timî li zexta polîsên faşîst rast hat. Hem girtina malbata wî hem jî kiryarên li dijî mirovahiyê yên li ser berxwedêrên li zindana Amedê hêrsa Hebûn mezin kir. Bi taybetî ji ber berxwedana bêhempa ya kadroyên pêşeng ên PKK’ê lêgerînên xwe hîn kûr kir.
PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ BÛ KÊLIYEKE DIYARKER
Di salên ber bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de Amed yek ji wan bajaran bû ku Tevgera Azadiyê lê destpêkê xwe bi rêxistin kir. Ji ber xurtbûna rehên welatparêziyê, her wiha bajarekî xwendekaran bû, avantajeke mezin dida tevgerê. Komîteyên bajêr ên ku gel bi rêxistin dikirin tax bi tax ava bûn. Pêngava 15’ê Tebaxê di jiyana Hebûn de bû kêliyeke diyarker. Vê pêngavê kir ku bersivê ji pirsên xwe re bibîne. Têkilî bi partiyê re danî û li navenda bajarê Amedê dest bi kar kir. Wezîfeyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Di sala 1987’an de êdî 22 salî bû. Êdî pêşengî ji kar re kir û bi gerîla re têkilî danî. Wê demê ji bo xwe bigihîne yekîneya gerîla ya nû hatibû qada Licê ya Amedê not şand. Demekê li benda bersiva notê ma. Dema ku bersiv ji notê re nehat hinekî nerehet bû.
ÊŞKENCEYA DI BINÊ ÇAVAN DE Û GIRTIN
Leşkerên Tirk şevekê avêtin ser mala Hebûn û ew binçav kirin. Sedema binçavkirinê jî ew bû ku nota ji çiyê re şand ketibû destê dewleta Tirk. Di nava 36 rojên binçavkirî de êşkenceyên giran lê hate kirin. Piştre hate girtin û ew xistin zindana Amedê. 2 salan li zindanê hate hiştin. Li zindanê hewl da xeta partiyê fêhm bike û kesayetiya xwe jî li gorî vê xetê bi pêş bixîne. Di sala 1989’an de hate berdan û dema ku hate berdan yekser têkilî bi partiyê re danî û di karên bajêr de bi rengekî çalak xebitî. Piraniya karên xwe bi rengekî îllegal kir û bi pirsgirêkên gel re mijûl bû. Lewma ne tenê li Amedê li bajarên derdorê jî êdî bi gel re bû.
BIRYAR DA KU TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBE
Sala 1991’ê çete û kontra ya dewleta Tirk JÎTEM’ê Serokê Bajêr ê HEP’ê Vedat Aydin revand, bi êşkenceyê qetil kir û cenazeyê wî avêt ser rê navçeya Madenê ya Xarpêtê. Bi sedn hezaran Amediyên ku bihîstin Vedat Aydin hatiye qetilkirin daketin qadan û xwedî li şehîdên xwe derketin. Yek ji kesên ku pêşengî ji serhildana gel re kirin Hebûn bû. Hêzên dewleta Tirk êriş birin ser merasîma cenaze û zêdeyî deh kes qetil kir. Vê komkujiya ku dewleta Tirk kir, bû sedem ku Hebûn biryarê bide tevlî nava refên gerîla bibe û plana xwe bike. Ji malbata xwe re got, wê bizewice û daweta xwe jî di 15’ê Tebaê de bike. Malbat matmayî ma. Baweriya xwe bi zewaca Hebûn neanî û destpêkê fêhm nekir bê çima dixwaze dawetê di 15’ê Tebaxê de bike. Hebûn got ‘Di biryara xwe de cidî me’ û li ser vê yekê dest bi amadekariyên dawetê hate kirin.
DAWETA MEZIN A LI ALÎPARÊ
Malek li taxa Alîparê hatibû kirîn, hate amadekirin. Hemû amadekariyên ji bo dawetê û zewacê hatin kirin. Di 15’ê Tebaxa 1991’ê de daweta Hebûn çêbû. Bi hezaran kes li qada taxa Alîparê li hev kom bûn. Navê xwe dawet jî be bû mîna pîrozbahiya 15’ê Tebaxê. Dirûşm, tilîlî, govend bûn coşa Pêngava 15’ê Tebaxê. Alên PKK’ê ji aliyê girseya gel ve hate hildan. Hebûn ku amadekariyên dawetê bi xwe kir, hevrêyê xwe yê ku li zindanê bi hev re ma Alî Temel vexwend dawetê. Alî Temel çend meh berê ji girtîgehê derketibû. Alî Temel bi tembûra xwe dest bi gotina strana ‘Waye PKK rabû’ kir û bi sirûdên xwe coş da girseya gel.
DELAL AMED JÎ DI WÊ GOVENDÊ DE BÛ
Li qada dawetê herî zêde ciwanan govend gerandin. Li serê govendê jî Delal Amed (Hulya Eroglû) hebû ku wê piştre li çiyayên azad ên Kurdistanê bibûya fermandara gerîla. Delal Amed wê salê li Zanîngeha Dîcleyê beşa mîmariyê qezenç kiribû. Delal Amed ku tevî dayika xwe Havva tevlî dawetê bû, bi govenda xwe bal dikişand. Wê rojê mîna Delal Amed hemû ciwanên welatparêz ên bi daweta Hebûn hesiyan berê xwe dabûn Alîparê. Danê êvarê alên ARGK û PKK’ê di dawetê de hatin hildan. Piştî demekê leşker û tîmên taybet ên Tirk dor li taxê girtin û dema girseya geld îtin vekişiyan û li benda bidawîbûna dawetê man. Bi şev komeke ji dawetê û xwediyên dawetê yek bi yek binçav kirin.
KINCÊ XWE YÊ ZAVATIYÊ JI XWE KIR Û XATIR XWEST
Wê şevê Welat Şehmûs Kaya kincê xwe yê zavatiyê ji xwe kir û kincê xwe yê gerîla li xwe kir. Xatir ji malbata xwe xwest û tevî destgiriya xwe ji bo tevlî nava refên gerîla bibe bi rê ket. Wî navê Hebûn, destgiriya wî jî navê Jiyan li xwe kir. Hebûn û destgîriya wî daxwaza dijmin di ber de hiştin û berê xwe dan çiyê.
Hebûn piştî ku tevlî nava refên gerîla bû li Dibistana Perwerdeyê ya Haydar Karasûngûr tevlî perwerdeyê bû. Bû gerîlayekî şareza û demekê weke perwerdekar li dibistanê ma. Piştî sê mehan bû fermandarê herêma 4’emîn a Eyaleta Amedê. Bi îradeyeke şoreşgerî û serketî pratîk kir, pêşketinên girîng afirand. Di pêvajoya zivistanê de di civînê de heman wezîfe careke din wergirt. Li qada Farqîn-Hezroyê ku di bin berpirsyariya wî de bû, ji bo bêbandorkirina sîxur û nokeran, berfirehkirina qada gerîla kar kir. Ji bo têkoşînê bigihîne gel gelekî hewl da. Di dilê gel de bû ‘Fermandar Hebûn’. Di nava gel de bû çavkaniya moralê.
HETA KU ŞEHÎD BIKEVE ŞER KIR
Di Bihara 1991’ê de bi beşdariya bi hezaran kesî gerîlayên bi fermandariya Hebûn gihîşt nava gel û wê rojê bi kamerayekê qeyd kirin. Di demeke kurt de navê Hebûn li nava gelê Amedê deng veda. Hebûn Tebaxa 1992’an li Girê Sor ê Licê di şerekî bi leşkerên Tirk re birîndar bû. Hevalên wî ji bo tedawiyê neçar man ku Hebûn bibin gundê Sine yê Licê. Piştî çend rojan 6’ê Tebaxa 1992’an mala ku gerîla lê dima hate îxbarkirin û leşkerên Tirk dor li gund girtin. Hebûn û hevalên wî teslîmiyet qebûl nekirin û dest bi şer kirin. Şer bi saetan dewam kir. Di şer de gerîla Hebûn, Dr. Jiyan (Hulya Goger), Cabbar û Şiyar û milîs Nedîm Balyecî şehîd bûn.
EM Ê NIHA DAWETA WÎ TEMAM BIKIN
Malbata wî piştî çend rojan cenazeyê hebûn wergirt û birin mala ku lê ji dayik bû û mezin bû. Bav Şevket Kaya li ser cenazeyê kurê xwe got, “Daweta wî nîvco mabû, çûbû wezîfeyê. Niha em ê daweta wî temam bikin” û hineya ku dayika wî şeva dawetê veşartibû bi destê Hebûn xistin. Ku ev yek wasiyeta wî bû, gotibû ‘Dema şehîd ketim vê hineyê li destê min bixin’.
Di dema serdanên sersaxiyê yên ji bo malbata Hebûn de dewleta Tirk ketin û derkertina Amedê qedexe kir û vê yekê hêrsa gelê Amedê zêde kir. Dikan nehatin vekirin, dibistan hatin boykotkirin. Gelê Amedê li dora Hebûn bû yek û ew bi tenê nehişt. Hebûn êdî bû navê her zarokekî li Amedê ji dayik bû.