Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1115’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Stenbolê, Dayikên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.
Vê hefteyê aqûbeta Suleyman Cîhan ê ku beriya 45 salan di 29’ê Tîrmeha 1981’an de hatibû binçavkirin û piştre hatibû qetilkirin, hate pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayika Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin.

