Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çalakiyên xwe yên bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin de” vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Colemêrgê domandin.
AMED
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 913emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mûhyetîn Taştekîn ê ku di 5ê Cotmeha 1993yan de li bajarokê Anzar ê Mûşê ji aliyê leşkeran ve hate revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn.
Nûnerê ÎHDê yê Herêmê Tahîr Saçakli ku destpêka çalakiyê de axivî diyar kir ku kesên cînayetên kiryarên nediyar kirine peywîrdarên dewletê bûne û wiha got: “Heta niha gelek ji wan dozên derbarê van kiryaran de hatine vekirin an ketine an jî bi demboriyê hatine xistin. Em li vê derê her hefte dibêjin divê ev êşa dilê dayîkên me de were tefandin. Divê edalet were bicihanîn. Du sal in li vê erdnîgariyê qala aştî û çareseriyê tê kirin niha jî pêşnûmeyek pêşkeşî Meclisê hate kirin. Tevî ku gelek kêmasiyên vê pêşnûmeyê hene jî em weke gaveke erênî dibînin. Lê hêj gelek rê heye ku em tê de bimeşin. Rêya demokrasiyê gelek dûr û dirêj e. Ev qanûn tê re nakin. Divê zagon bê guhertin. Divê polîtîkaya necezakirinê ji holê bê rakirin. Divê komîsyona ku ji bo windayan hatiye avakirin ne dozên talî dozên ku seranserê vê erdnîgariyê eleqedar dikin bişopîne. Di encama van dozan kesên ku sûcdar in derkevin meydanê. Kî dibe bila bibe divê ji vî gelî, ji van dayîkan, ji xizmên windayan lêborînê bixwazin û wê zirarê tanzîm bikin. Encax dilê dayîkên me bi vî awayî nerm bibe û baweriya wan bi aştiyeke mayînde were. Em bang li rayedaran dikin gavên ku tên avêtin em jî bi erênî pêşwazî dikin lê ev kêm in, qels in divê gavên wêrektir bên avêtin. Divê hemû netewe û baweriyên li ser vê erdnîgariyê dijîn bikaribin xwe îfade bikin û êşên wan ji holê bên rakirin.”
Dû re Rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Yahya Polat çîroka Mûhyettîn Taştekîn xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 749emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li aqûbeta Abdûrrahîm Demîr pirsin. Abdûrrahîm Demîr ê di 17ê Tebaxa 1995an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê li ser rêya ku nêzîkî Qereqola Cendirmeyan, ji aliyê cendirmeyan ve hatibû binçavkirin û windakirin. Ji wê rojê ve ji Abdûrrahîm Demîr tu agahî nayên girtin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Rêveberê Şaxa ÎHDa Êlihê Zana Yucel Bozkûrt çîroka Abdûrrahîm Demîr xwend.
Çalakiya xizmên windayan bi deqîqeyekê rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, çalakiya xwe ya bi navê ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ ku di hefteya 229an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku li ser ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ dinivîsand hat vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin rakirin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Metîn Kiratli yê di 18ê Nîsana 1992yan de dema li hember mala xwe ya li taxa Yeşîldereyê li ber pez bû, di encama gulebarana ku ji noqteyeke nobetê ya leşkerî ya Tabûra Komandoyan a Geverê hat de, hat kuştin. Metîn Kiratli dema hat kuştin 10 salî bû.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hat xwendin.
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

