Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên her du bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê de rola xwe ya diyarker didomîne.
Namzetên di nava partiyê de bi giranî diyar bûne. Namzetên hevserokatiyê yên nêzî 30 bajaran wê di navbera 9-10’ê Sibatê de bên eşkerekirin.
GELO HEVDÎTIN DIDOMIN?
Li gorî agahiyên ANF’ê bi dest xistine, DEM Partiyê di çarçoveya ‘Lihevkirina Bajêr’ de bi tevahiya mûxalefetê re hevdîtinên xwe didomîne. Bajar dê hevdîtin û tifaqên xwe bikin.
Rayedarên partiyan jî gotin, “Rêyên hevdîtinê li tu bajaran nayên girtin. Helbet hevdîtin dikarin bên kirin.”
“Di çarçoveya hevdîtina bi Başak Demirtaş re û pêşniyara wê, biryareke nû hat girtin. Li gel biryara vekişandina ji namzediyê, nirxandineke ku lijneyên partiyê xurt kir vegot û li pişt biryara wan rawestiya.”
Rayedarên ku di DEM Partiyê de xebatên hilbijartinê dimeşînin dibêjin, “Em ê teqez li Stenbolê namzetek bi hêz û bi bandor nîşan bidin. Biryar û daxuyaniya me ya di vê mijarê de neguheriye.”
DEMÎRTAŞ: DIVÊ MIROV GUH NEDE WAN KESÊN KU HEWL DIDIN TEVLIHEVIYÊ BIKIN
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM’ê Berpirsiyarê Rêveberiyên Herêmî Mehmet Rûştû Tiryakî û Parlementer Saruhan Oluç bi Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’an a Edîrneyê rehîn tê girtin re hevdîtin kirin. Demîrtaş wiha got:
“Daxuyaniya namzetiyê ya Başakê ji bo hêzê bide partiya me bû û ji daxuyaniya wê ya vekişînê jî partiya me agahdar e. Ev hemû pêvajo bi hev re hatin meşandin. Divê gelê me bizane, gelê me bi me bawer bibe, em dizanin bê em çi dikin. Em yek in, tu cudahî di navbera me de tune ye. Bila kes guh nede wan kesên ku hewl didin tiştan tevlîhev bikin.”