Yekşem, 22 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 6’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa YCK-KURD Çukurovayê de banga ji bo rêxistinbûn û jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersim tayînkirina qeyûman di salvegera duyemîn de hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê mêr li dijî tundiya li jinê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandinê ya 48’an a PKK’ê nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara kesên li Awdananê hatin binçavkirin, gihîşt 12’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr Kaymaz û bavê wî hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK’ê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin têkoşîna hebûnê didin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçberî, xizanî û tundî: Şerê bêdawî yê li dijî jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya civîna Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizaniya jinan kûrtir dibe: Di serlêdanên DÎKASUM’ê de daxwaza piştgiriya aborî di rêza yekem de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî: Destwerdana DYE’yê ya li Venezuelayê rê li ber xeteriyê vedike
Rojane

DEM Partî: Destwerdana DYE’yê ya li Venezuelayê rê li ber xeteriyê vedike

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay û Berdan Ozturk, nerazîbûn nîşanî êrîşa DYE’yê ya li ser Venezuelayê dan û gotin, “Destwerdana DYE’yê ya li ser Venezuelayê gefê li tevahî herêmê dixwe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebru Gunay û Berdan Ozturk, der barê revandina Serokê Dewletê yê Venezuelayê Nicolas Maduro ji aliyê DYE’yê ve daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rageşî kûrtir dibe, pevçûn zêde dibin û pergala navneteweyî li deverên cuda yên cîhanê bi lez û bez têk diçe û mînaka herî dawî jî Venezuela ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev destwerdana ku ji hêla Serokê DYE’yê Donald Trump ve hatiye fermankirin, binpêkirineke eşkere ya peymanên damezrîner ên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî ye, ev êrîş nayê qebûlkirin, ji ber vê li ser mafên serweriya neteweyekê ye û desteserkirina mafê gelan e ku bi rêyên demokratîk siberoja xwe diyar dikin. Nêzîkatiya ku welatek ‘heta ku rêveberiya xwestî were avakirin ji hêla hêzên biyanî ve were rêvebirin’ ne tenê ji bo Venezuelayê, lê ji bo tevahiya cîhanê deriyekî pir xeternak vedike. Daxuyaniya ku serdestiya leşkerî dikare were bikaranîn da ku hilbijartinên siyasî ferz bike û îradeya gel were tepeserkirin, gefek eşkere ye û ragihandina bêpîvaniyê ye li ser asta gerdûnî. Ev helwest nîşan dide ku saziyên navneteweyî, mekanîzmayên piralî û normên hiqûqî yên hevpar bi zanebûn hatine astengkirin.

Çavkaniyên enerjî, xwezayî û bin erdê yên Venezuelayê milkê hevpar û rewa yê gelê wê ne, ne yê têkoşînên desthilatdariyê yên cîhanî ne. Her wiha em hişyar dikin ku valahiya desthilatdariyê û aloziya ku ji ber destwerdanên leşkerî yên bi vî rengî çêdibe, wekî ku ezmûna dîrokî nîşan daye, ji bo gel bêtir wêraniyê tîne, ne aştiyê. Neçalakkirina saziyên dewletê û avahiyên rêveberiyê li Venezuelayê xetereya veguherandina herêmê ji bo qadeke bêkontrol û serdestiyê ji bo kartelên narkotîkê yên cîhanî û sûcên rêxistinkirî dike. Ev rewş dê pirsgirêkeke ewlehiyê ya kûr biafirîne ku ne tenê gelê Venezuelayê, lê tevahiya herêmê tehdît dike, sînoran derbas dike.

Ji aliyekî din ve, berpirsiyariya krîza siyasî ya demdirêj a Venezuelayê nikare tenê bi destwerdanên derve ve were girêdan. Binpêkirinên mafên mirovan ên rêveberiya Maduro, tepeserkirina muxalefetê û pêkanînên ku qada siyasî ya demokratîk sînordar dikin jî welat xistine nav bêçarebûnek kûr. Lêbelê, çareseriya van pirsgirêkan ne operasyonên leşkerî, dorpêçkirin an guhertinên hikûmetê yên ji hêla derve ve têne ferzkirin in. Li Venezuelayê aramiya mayînde û serfirazî ne bi pratîkên otorîter û ne jî bi destwerdanên leşkerî yên navneteweyî dikare were bidestxistin. Çareserî di rêzgirtina îradeya demokratîk a gelê Venezuelayê de ye, garantîkirina maf û azadiyên bingehîn, avakirina serweriya hiqûqê û vekirina rê li ber pêvajoyeke siyasî ya aştîxwaz û berfireh. Gelên ku bi hêviya aştî, edalet û wekheviyê ketine sedsala 21’ê, îdiaya desthilatdaran a serdestiya cîhanê qebûl nakin û wê qebûl nekin. Wekî DEM Partî, em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em di mafê wan ê demokrasî, azadî û jiyaneke birûmet de li kêleka gelê Venezuelayê ne; û em li dijî her şêwe destwerdana emperyalîst, gefên leşkerî û bêhiqûqiyê ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Aştiyê: Vekirina deriyên Îmraliyê wê pêvajoyê xurtir bike
Nûçeya Pişt re YRK’ê şehadeta Helo Sûrên eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan werin parastin’

Berdevka Yekîtiya Jinên Êzidî yên li Rojava Hediya Şemo diyar kir ku divê pergala Rêveberiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

Rêber Apo diyar kir ku stratejiya PJAK'ê rast e, ku bêyî bikeve bin bandora ti…

Ji aliyê Stêrk TV

Firat: Weqfa Cemê bi destê qeyûmê Şaredariya Esenyûrtê dixwaze qeyûm dîne ser Cemxaneya Kiraçê!

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat nerazîbûn nîşanî hewldana Weqfa Cemê ya ji bo desteserkirina Cemxaneya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Waliyê Washingtonê: ICE bi temamî ji kontrolê derketiye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?