Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî sedemên binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê û şandina qeyûmê ya ji bo şaredariyê daxuyaniyek da.
DADGER Û DOZGER BI SIYASETA QEYÛMAN A DESTHILATÊ RE TEVGERIYAN
Di daxuyaniya li ser medyaya dijîtal a ku îro ji aliyê Wezareta Karên Hundirîn a Tirk ve hat dayîn de hat diyarkirin ku der barê Hevşaredarê Colemêrgê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn hatiye vekirin û her wiha bi hinceta “Rêveberê rêxistinê ye” li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê tê darizandin. Lezkirina dozê ya ji nişka ve nîşan dide ku dadger û dozger bi siyaseta qeyûman a Wezareta Karên Hundirîn re bi mebestên siyasî tevdigerin. Weke ku di girtekên danişîna dawî ya 23’ê Gulanê hat dîtin de xuya dibe ku di rûniştina lezgînî de hewl dan demildest eza bidin. Ji ber ku parêzeran dem xwestin danişîn taloqî 5’ê Hezîranê kirin.
ÎDÎAYÊN WEZARETA HUNDIRÎN LI DADGEHÊ NEHAT ÎSPATKIRIN
Di merhaleya lêpirsîna vê dosyayê de hêzên ewlehiyê, midûrê şaxa TEM’ê, dozger û dadgerê cezaya sulhê ji ber endamên rêxistina Fetullah Gulen in ji peywirê hatin dûrxistin û der barê wan de doz hat vekirin. Di çarçoveya lêpirsîna dozê de 2 şahidên vekirî der barê hevşaredarê me îfade dan, lê îfadeyên xwe yên ewil bi parêzerê xwe re paşve kişandin. Şahidê veşartî li dadgehê nehat guhdarîkirin û îfadeyên wî rastiyê nîşan nadin. Hîn jî lêpirsîna dadgehê ya der barê şahidên veşartî de didome. Dikare bê gotin ku şahidiya van kesan pêç bûye. Di dawiyê de îdiayên di daxuyaniya Wezareta Karên Hundirîn de bi tevahî bêbingeh û manîpulasyon in û li dadgehê nehatine îspatkirin.
Lêpirsîna dozgeriyê ya bi hejmara 2024/2171ê de ku îro der barê hevşaredarê me yê Colemêrgê de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat vekirin, biryara astengkirinê hat dayîn û ji ber vê jî naveroka wê nehat hînbûn. Tevî ku rewşeke ku armanca lêpirsînê asteng bike tune ye jî, bi biryara qedexekirinê mafê parastinê hat binpêkirin. Her wiha qedexeya 24 saetan a hevdîtina bi parêzer re jî hatiye dayîn.
TI ALÎYÊ KU QEYÛMAN BI HIQÛQÊ RAVE BIKE TUNE YE
Bêyî îdîayan, pêşnûmeya bêsûciyê ya ku dibêje mirov nikare ji ti mafên xwe bêpar were hiştin, heta ku li ser wî mehkûmiyeta dawî dernekeve, hem di Destûra Bingehîn û hem jî di metnên hiqûqa navneteweyî yên ku Tirkiye alîgirê wê ye de hatiye misogerkirin. Tiştekî ku ji aliyê qanûnê ve li ser pratîka qeyûmên darbekar a desthilatdariya siyasî rave bike nîne.”