Şemî, 9 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê serî li Wezareta Dadê dan: Rêya hevdîtina bi Ocalan re vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê laçikên spî diyarî CHP’ê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riha: Laboratiwara qirkirina çandî -II

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD’ê ji bo Şukru Çatalbaş peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Seroka Rêxistina PASS’ê piştgirî da YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 2 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG’ê rapora meha Adarê eşkere kir
Rojane

DFG’ê rapora meha Adarê eşkere kir

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Adarê êriş li 6 rojnamegeran hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha adarê parve kir. Di beşa nirxandinê ya raporê de wiha hate gotin: “Me hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li pey xwe hiştin. Em hêvî dikin ku vîna gel a di hilbijartinê de derket holê û biryardariya têkildarî guherînê ji hemû welat re bi xêr be. Bi van encaman em hêvî dikin ku rejîma zordar a ku bi salan e desthilat e biguhere û rê li ber rojnamevanan vebe ku di hawireke azadtir de peywira xwe bi cih bînin. Her wiha em spasiyên xwe pêşkeşî hemû hevalên xwe yên kedkarên çapemeniyê ku li gelemperiyê welat bi dil û can xebitîn û atmosfera hilbijartinê û bûyerên qewimîn kêlî bi kêlî bi ji raya giştî re parvekirin dikin.

Meha Adarê ya 2024’an ji aliyê zextên li ser rojnamevanan li gorî mehên din hinek din sakîntir derbas bibe jî binpêkirinên mafan bi dawî nebûn. Bi taybetî di rojên girîng ên weke 8’ê Adarê, Newrozê û hilbijartinê de rojnamevanên li qadê dixebitîn rastî hin cureyên astengiyan hatin. Di meha adarê de derbarê hin rojnamevanan de lêpirsîn hatin destpêkirin û doz hatin vekirin. Li hin rojnamevanên dihatin darizandin jî hin ceza hatin birîn. Her wiha gelek rojnamevanên ku darizandina wan berdewam dike, derketin pêşberî dadgehê.

Weke ku tê dîtin, zexta darazê ya li ser rojnamevanan didome. Bi vî awayî dixwazin çavên rojnamevanan bitirsînin û nûçe çêkirina wan asteng bikin. Binpêkirinên mafan ên li qada çapemeniyê bi vê tenê ne bi sînor e. Tenê rojnamevan nayên astengkirin, her wiha saziyên lê dixebitin û nûçeyên ku çêdikin jî hedef tên girtin. Em di rapora xwe de dibînin ku tenê di nava meha adarê de xwegihandina 153 nûçeyan hatiye astengkirin. Ev jî nîşan dide ku li aliyekî rojnamevan rastî zext û binpêkirinên mafan tên, li aliyê din bi wan re gel jî tê cezakirin. Ragihandina nûçeyan a ji girseyê re tê astengkirin. An ku darbe li mafê gel ê nûçe wergirtinê tê kirin.

Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya hewl dide zextê li temamî welat bike, hewl dide kêmasiyên xwe yên qada siyasî û polîtîkayên xwe nebaş bi zexta li ser rojnamevanan û saziyên çapemeniyê û weşanê binixumîne. Hewl dide bi destê darazê rojnamevanan bêbandor bike û bi rêya qedexeyan pêşiyê li belavkirina agahiyan bigire. Bi vî rengî hewl dide pêşiyê li bihîstin û dîtina rastiyan bigire. Bêguman ev di heman demê de encama bêhêvîtiyê ye. Hewldana îfşanebûnê ya rêveberiya nebaş e… Lê ev hewldaneke pûç e. Ji ber ku rojnamevanên birûmet bi biryar in ku rê nedin vê nêzîkatiyê. Tevî van hemû zext û çavtirsandinan jî ji bo rastiyan ji raya giştî re ragihîne çi ji destê wan tê dikin û wê vê yekê bidomînin.

Ji ber vê yekê em bang li desthilatê dikin, rojnamevan temînata vîna azad a civakekê ne. Dawî li zext û binpêkirinên mafan ên li ser rojnamegeran bînin. Dîsa astengiyên li pêş mafê gel ê agahdarbûnê rakin. Her wiha em bang li rojnamevanan dikin ku rêxistinbûn û piştevaniya xwe zêde bikin û li dijî neheqiyan rabin ser piyan. Tevî hemû neyîniyan jî bi dirûşma “Çapemeniya azad, civaka azad” û bi baweriya xwe ya ku dê rojên xweştir bên em rapora xwe ya binpêkirinên mafan a meha adarê pêşkeşî we dikin.”

Bi domdarî DFG’ê ev daneya parve kir: 
 
“ ** Binpêkirinên mafên ewlehî û jiyanî 
 
* Rojnamevanên rastî êrişan hatin: 6
* Serdegirtina malên rojnamevanan: 1
* Rojnamevanên hatin binçavkirin: 2
* Rojnamevanên rastî tundiyê hatin: 4
* Rojnamevanên gef lê hatine xwarin: 1
* Rojnamevanên hatine astengkirin: 8
 
** Binpêkirinên azadiya fikr û ramanê 
 
* Rojnamevanên ku rastî lêpirsînan hatine: 3
* Rojnamevanên doz li wan hatine vekirin: 5
* Rojnamevanên hatine cezakirin /hejmara kesan: 8
* Cezayê hefsê: 4 sal û 7 meh û 7 roj
* Cezayê pereyan: 14.580 TL
* Rojnamegerên dozên wan didomin/ hejmara dosyayan: 37
* Hejmara kesan: 42
* Hejmara rojnamevanên girtî (3’yê nîsana 2024’an): 42
 
** Binpêkirinên mafên aborî û civakî 
 
* Rojnamevanên ji kar hatine avêtin: 4
 
** Astengkirin û sansûr 
 
* Saziyên weşanê yên hatine cezakirin: 1
* Cezayên pereyan: 15.000 TL
* Biryara qedexeyên weşanê: 11
 
** Astengkirina xwegihandina înternet-medyaya dijîtal 
 
* Malperên înternetê yên hatine girtin: 2
* Nûçeyên hatine qedexekirin: 153
* Astengkirina xwegihandina tora civakî: 5

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HBDH: Parastina îradeya gelê Kurdistanê berpirsiyariya me ya dîrokî ye
Nûçeya Pişt re Li Kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan 120 hezar îmze hatine komkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: 9 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyan ji herêma Çerxerêya Şêxan êriş kirin

Çeteyên ku ji herêma Çerxerêya Şêxan a Helebê dest bi êrişê kirin, bi 5 wesayitên…

Ji aliyê Stêrk TV

Di bîranîna Hrant Dînk de hêrsa li dijî faşîzmê derket pêş

Rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk di salvegera qetilkirina xwe de li ber avahiya rojnameyê hat bibîranîn.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê serî li Wezareta Dadê dan: Rêya hevdîtina bi Ocalan re vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?