Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji navenda bajarê Dêrazorê dîmenek parve kir. Di dîmen de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys El Xeşam xîtabî gelê Dêrazorê dike û girîngiya ketina hêzên meclisê ya nava bajar dike.
Di dîmen de fermandar Ebû Leys El Xeşam wiha dibêje: “Hêzên me ji bo parastina şêniyên me yên li Dêrazor û gundewarê wê ji çeteyên DAÎŞ’ê û çeteyên Tirkiye derbasî Dêrazorê bûn. Bila gelê me yê li Dêrazorê ji van guhertinan netirse.”
El Xeşam derheqê hikumeta Şamê de jî wiha got: “Gef, cûdakarî û nijadperestiya ku rejîmê derxistibû, êdî rabûne. Em jî ji gelê vê herêmê ne. Em ewladên we ne, em ji bo parastina herêmê hatine. Em ji bo rakirina zilma li ser we hatine.”
Ebû Leys El Xeşam bi van gotinan armancên QSDˈê vegot: “Armancên Hêzên Sûriyeya Demokratîk eşkere ne. Li hemberî her êrîşekê wê erka me parastina herêmê be. Em ê li hemberî her xeteriyên li ser gelê me bibin mertaleke xurt.”
Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê îro ragihandibû ku piştî vekişîna hêzên hikumeta Şamê, bi armanca parastina gelê Dêrazorê, şervanên wan derbasî vî bajarî û rojavayê çemê Firatê bûne.