Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku fermandarekî hikumeta Şamê li Helebê hatiye kuştin.
Li gorî SOHR’ê, hêzên hikûmeta Şamê herêma Kensafra ya li başûrê Idlibê bi çekên giran bombebaran kir. Têkildarî encamên bomberbaranê agahî nehatin bidestxistin.
Di destpêka sala 2024’an de di encama 218 êrîşan de 245 leşker û sivîl jiyana xwe ji dest dane.