În, 31 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rapora 6 mehan a binpêkirinên li girtîgehan hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye û kirdeya diyarker e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulîstan Doku de 4 polîsên din hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregehên Sazmanî Xebat û PDK-Î bi droneyan hatin bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selahattîn Demîrtaş bi bavê Narîn Guran Arîf Guran re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata daristanan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şarbajêr şewata mezin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji HPG-NRÇ’ê daxuyaniya têkildarî salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê
Kurdistan

Ji HPG-NRÇ’ê daxuyaniya têkildarî salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê

HPG-NRÇ'ê bi wesîleya salvegera 21'emîn a Pêngava 1'ê Hezîranê daxuyaniyek da û got, "Em dixwazin diyar bikin ku em ê bêteredût berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) de hate gotin, “Em salvegera 21’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî ya di bin pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de hat kirin, di serî de li rêberê azadiyê yê hemû gelên bindest, jin û ciwanan Rêber Apo, li malbatên şehîdên me yên ku bi xwedîderketina têkoşîna şehîdan re têkoşîn bilind kirine, li gelê me yê welatparêz, li dostên gelê me û li hemû hevrêyên me pîroz dikin. Em di şexsê hevrê Huseyîn Mahîr, Erdal, Nûcan Nûrhak, Adil Bilikî, Çîçek Kiçî, Mahîr Dersim, Kendal Baz, Nûda Karker, Rojîn Gewda, Reşît Serdar, Mehmet Goyî, Dîcle Efrîn, Simko Rojhilat, Atakan Mahîr, Delal Amed, Gulçiya Gabar, Fazil Botan û Leyla Sorxwîn de hemû şehîdan bi hezkirin, rêzdarî, minetdariyek mezin û girêdaneke bêhempa bi bîr tînin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Di 15’ê Sibata 1999’an de, di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê me û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku misogeriya pêşeroja wan a azad e, êrîşa komploya navneteweyî pêk hat. Rêber Apo, tevî bêderfetiyê û êrîşên mezin, bi paradîgmaya ku pêşxist, bersiva herî mezin da komplogeran. Rêbertiya me li ser bingeha paradîgmaya nû ji bo pêşxistina çareseriyeke demokratîk li Tirkiyeyê firsendeke mezin afirandiye. Hêzên me yên gerîla li ser vê bingehê ji biryara vekişînê ya 2’yê Tebaxa 1999’an heta 1’ê Hezîrana 2004’an pênc salan di rewşa agirbestê de man û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bingehek mezin ava kirin. Lê dewleta Tirk hewl da ku vê pêvajoyê ji bo tesfiyekirina Tevgera me bi kar bîne. Pêngava 1’ê Hezîranê ya ku di sala 2004’an de hat pêşxistin, li hemberî ferzkirina bêçareseriyê û êrîşên dihatin pêşxistin, ji neçarî bû pêngaveke dîrokî ya ku kete rojevê. Têkoşîna şoreşgerî ya Pêngava 1’ê Hezîranê gelek rastiyên ku dihat xwestin bên veşartin eşkere kir. Çawa ku Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an pêşî li înkarkirina Kurdan girt û pirsgirêk anî ser maseya çareseriyê, Pêngava 1’ê Hezîranê jî di ferzkirina çareseriyê û xurtkirina bingeha wê de roleke girîng lîst. Pêngava 1’ê Hezîranê ya Dîrokî careke din îspat kir ku bê çiqas rast û di cih de bû. Bi awayekî zelal nîşan da ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê çareser nabe. 

Pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîranê ya ku 21 sal di ser re derbas bûn, pêşbîniya kûr a Rêber Apo, paradîgmaya ku pêşxistiye, polîtîkayên ku pêk aniye û helwesta wî ya dîrokî ya li Îmraliyê gelek caran hatiye piştrastkirin. Dem û pêşketin, mafdarî û rastiya ramanên Rêber Apo îspat kirine. Dîroka têkoşîna me ya 52 salan pir baş nîşanî me da ku; dema ku me Rêber Apo rast fêm kir û hêza pêkanîna wî nîşan da wê  gavê, serketinên dîrokî û encamên girîng hatine bidestxistin. Em weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di xeta milîtaniya fedaî ya Apoyî de kûrtir bûne, di bêjin ku bi vê hişmendiya dîrokî re ji bo nirxên ku bi hewldanên bêhempa yên Rêber Apo û keda mezin a gelê me hatine bidestxistin vala neçin, heta nîha û ji niha û şûnde jî berpirsiyariyên ku dikevin ser milê me bêteredut bi cih bînin. Em destnîşan dikin ku em bi biryar in ku bi mezinkirina ruhê fedaî yê Apoyî û kûrkirina milîtaniya Apoyî, ji bo misogerkirina azadiya Rêberê me û gelê me, di rêça ku Rêberê me xêz kiriye de bi fedaî têbikoşin. 

Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên fedaiyên Rêber Apo, careke din salvegera 21’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê li hemû gelê xwe, heval û hevrêyên xwe yên li qadan in pîroz dikin û di sala 22’an a têkoşînê de ji wan re serketinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê, MSD’ê û Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna mitabeqeta 10’ê Adarê civiyan
Nûçeya Pişt re HBDH: Berxwedana Geziyê 12 salî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MSD: Êrîşa li Moskowayê nîşan dide ku gefa DAÎŞ’ê dewam dike

MSD'ê ji ber êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li Moskowayê sersaxî ji gelê Rûsyayê re xwest…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Meşa Rêzgirtina li Vînê’ li Êlihê ye

"Meşa Rêzgirtina li Vînê" ya ku DEM Partiyê li Stenbolê dabû destpêkirin, gihaşt Êlihê.

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên HPG’ê gelên Kurd û Ereb ên li Tişrînê li ber xwe didin silav kirin

Gerîla Rûbar Gabar û Demhat Qamişlo berxwedana Tişrînê silav kirin û gotin, "Em li çiyayên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê kolberek qetil kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?